Ferhat Tunç bo nexweşxaneyê hat rakirin

13-09-2022
Serpil Güneş
Nîşan Ferhat Tunç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku hunermendê naskirî yê Kurd Ferhat Tunç li Almanyayê bo nexweşxaneyê hatiye rakirin.

Serokê Navenda Lêkolînan a Dêrsimê Selman Yeşîlgoz îro 13ê Îlona 2022ê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hunermendê Kurd ê ji parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê Ferhat Tunç, duh bi şev 12ê Îlona 2022ê piştî ku bo demê dû demjimêr li mala xwe ya li bajarê Wiesbaden ê Almanyayê bêhiş bûye bo nexweşxaneyeke li wî bajarê Almanyayê hatiye rakirin.

Yeşîlgoz herwiha got ku pişkînên pêdivî bo Ferhat Tunç hatine kirin û niha jî di bin çavdêriya pizîşkan de ye.

Ferhat Tunç kî ye?

Hunermendê Kurd Ferhat Tunç di sala 1964ê li navçeya Pulurê ya ser bi parêzgeha Dêrsimê ji dayik bûye. Piştî ku xwendina xwe ya amadehiyê temam kir di sala 1979ê de berê xwe daye  Almanyayê. Li xwendingeheke girêdayî Zanîngeha Mainzê perwerdeya muzîkî wergirt û di sala 1982ê de yekem albuma xwe ya muzîkê ya bi nave “Kizilirmak” (Çemê Sor) derxist û bi giştî 28 albumên wî hene.

Ev hunermendê Kurd ku weke sosyalîst tê naskirin di berhemên xwe yên muzîkê de rexne li desthilatên Tirkiye digire û li ser çend komkujiyên weke Dêrsim û  Sêwazê jî staran gotine.

Di sala 2011ê de bi piştgiriya Partiya Aşitî û Demokrasiyê weke parlamenterê serbixwe  bû berbijêr, lê nehat hilbijartin.

Di sala 2012ê de ji ber konsereteke wî derbarê Ferhat Tunç de bi hinceta “propagandeya rêxistinê”  doz hat vekirin û bi 2  sal cezayê girtîgehê hat cezakirin, lê cezayê wî bo demê 3 sal hatibû paşxistin.

Hunermendê navborî di sala 2016ê de albumeke bi navê “Kobanî” derxist.

Di hilbijartinên giştî yên sala  2018ê yên Tirkiyê de li ser lîsta HDPê bû berbijêrê bajarê Aydinê yê Tirikiyê lê careke din nehat hilbijartin. Di heman salê de ji ber çend parvekirinên xwe yên li ser medya civakî careke din derbarê wî de bi hinceta propagandeya rêxistinê doz hat vekirin û salek û 11 meh û 12 roj cezayê girtîgehê bo hatin dayîn. Ferhat Tunç piştî vî cezayê girtîgehê careke din li Almanyayê bicih bûye.

Tunç di sala 2020ê de ligel nivîskar Gokhan Yavuzel û hunermend Pinar Aydinlar dû caran daxuyaniyeke hevbeş dabûn ku gefa kuştinê li wan tê kirin.

Ferhat Tunç albuma xwe ya herî dawî  îsal bi navê “Memleketçe” derxistiye ku ji 11 berhemên muzîkê pêktê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst