Mele Nûriyê Hesarî girîngiyeke taybet bi zimanê Kurdî dida

Hewlêr (Rûdaw) – Mele Nûriyê Hesarî ku bi navê Perîşan jî naskirî ye, yek ji helbestvanên Rojavayê Kurdistanê yê bi navûdeng bû û di berhem û helbestên xwe de wî girîngiyeke mezin dida zimanê Kurdî.

Zimanê Kurdî dêrîn, resen û şêrîn e. Tevî hemû astengî û dijwariyên li ber zimanê Kurdî, lê ew ji nav neçû. Zimanê Kurdî bûye mijara gelek nivîsar û helbestên helbestvanên Rojavayê Kurdistanê ku di berhemên xwe de behsa giringiya wî kirine.

Mela Nûriyê Hesarî zimanzan û hozanvanekî navdar ê Rojavayê Kurdistanê bû. Di piraniya berhem û helbestên xwe de cihekî herî xuya û balkêş dida zimanê Kurdî û ew wek jêder û dayika piraniya zimanên cîhanê didît.

Mela Nûrî diyar dike ku li navçeyê, zimanê Kurdî ne zimanekî nû û bê bingeh e, lê yek ji zimanên herî orijînal û kevnar e. Di demekê de ku gelek ziman ji holê radibin û namînin, zimanê Kurdî her li ber xwe daye û xwe ji mirin û nemanê rizgar kiriye.

Hesarî zimanê Kurdî dişibîne aleke bilind li ser deşt û şax û çiyayên Kurdistanê ku her li ber çav e û winda nabe. Ew dibêje ev ziman ji devê qehreman û gernasên Kurd ên nava dîrokê derketiye û ewqasî rewan û şêrîn e ku divê xort û keçên Kurd bê derengî xwe fêrî xwendin û nivîsîna wî bikin û pê serfiraz bin.

Di dîwana xwe ya “Zeviyek Gazîdan” de, li jêr navê (Li Ser Zimanê Kurd), Mele Nûrî wiha dibêje:

Di qadê de pirî kûr e

Bi gêr û rêzik û tax e

Zimanek mak û tenha ye

Ne tirh û katik û şax e

Gelê Arî bi wî peyvîn

Di cîhanê gelek çax e

Bi wî hate nivîsandin

Bi tîp û rûpelên nûr e

Pelokên Zend û Avesta

Bi cenga xencer û şûr e