Malbateke Efrînî bi karên xwe yên hunerî bala Danîmarkiyan dikişîne

13-07-2024
Hêmin Ebdullah
Malbata Efîrînî/Wêne: Rûdaw
Malbata Efîrînî/Wêne: Rûdaw
Nîşan Malbata Kurd Danîmarka Huner Melek Muxtar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke kurd a ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê li Danîmarkayê bi karên xwe yên hunerî bala Danîmarkiyan dikişîne

Gava meriv diçe mala Melek Muxtara şêwekar a li Danîmarkayê, meriv hest bi wê yekê dike hatiye bihuşteke hunerî.

Hunermenda Efrînî Melek Muxtar bi xêzkirina tabloyên xwe re stranên dilrevîn dibêje. Hevjîn û kurê wê jî bi muzîkê hevaltiya wê dikin.

Şêwekara Kurd Melek Muxtarê wiha behsa kare xwe dike:

“Ez Melek Muxtar im, xelka Efrînê me. Ev 10 sal in ku ez li Danîmarkayê dijîm.

Min gelek pêşangeh vekirine. Min pêşangeha xwe ya yekem li Danîmarkayê vekir.

Pêşangeha min a duyem li Almanyayê bû. Min li gelek bajaran wekî Stuttgart, Hamburg û Bonnê vekir, piştre jî li Muzexaneya Strasbourgê ya Fransayê vekir.

Paşê ez çûm bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê û min li wir pêşangehek vekir. Ez xwe di vê yekê de dibînim.”

“Çima rengê gewr li ser tabloyên te serdest e?”

Gelek caran ji Melekê dipirsin “Çima rengê gewr li ser tabloyên te serdest e?” Ew wiha bersiv dide:

“Ez ji wan re dibêjim ku ev rengvedana jiyana ku ez tê de dijîm e. Ez li Danîmarkayê dijîm. Rengên min li vir gewr in.

Her tişt cemidî ye û tewra ez darên vir jî reş dibînim. Lewra bandora seqaya vir rengvedaneke mezin li ser rengên tabloyên min dihêle.

Loma ez rengên gewr û reş di piraniya tabloyên xwe de bi kar tînim û îfadeyên xwe bi wan derdibirim.

Ez xwe di dibistana Gida de dibînim ji ber ku bi baweriya min nêzî giyanê min e, nêzî muzîk û notên min e.”

Melek Muxrarê li ser destpêkirina karê xwe wiha got:

“Ev demeke min dest bi karekî nû kiriye. Bi erebî jê re dibêjin (Kaînat Melek Muxtar / Bûnewerên Melek Muxtarê).

Ez wan mîna bûnewerên xwe dibînim. Loma ez wan li ser kevalên xwe dineqişînim ku projeyeke min e û ez li ser kar dikim.

Gelek kes ji min dipirsin û dibêjin qala tabloyên xwe bike û ji me re zelal bike.

Ez jî bersiva wan didim û dibêjim, carinan tablokar li pêşber tabloya xwe rûdine û nizane çi lê bike lê paşê reng, rîşe û hêlên wî, wî dibin cîhaneke dîtir.

Loma gava em bi wan reng, rîşe û hêlan diçin dinyayeke dî, em dibînin ku tiştekî bêmînak jê çêdibe û kaînatên (bûnewerên) min jê peyda dibin ango min bi xwe navê wan kiriye.

Ez av û zeytê bi kar tînim û hevtêkiliyê di navbera wan de çêdikim lê ez bêtir ji bikaranîna zeytê hez dikim.”

“Ez di vekirina pêşangehan de alîkariya wê dikim ew jî di muzîkê de alîkariya min dike”

Welîd Hemoto hevjînê Melek Muxtarê wiha anî ziman:

"Ev 25 sal in ez û Melekê bi hev re dijîn û destên me di nav destên hev de ne û ez palpiştiya wê dikim.

Ew jî di karê muzîkê de palpiştiya min dike, çalakiyên min li vir hene.

Ez di vekirina pêşangehên wê de piştgirî û alîkariya Melekê dikim. Em bi hev re serbilind in.

Zarokekî me bi navê Elî Şêr heye. Me ew jî hînî muzîkê kiriye û bi rengekî akademîk vêga muzîkvan e û giyanê wî nêzî giyanê me ye.

Em tev giyanek in di malekê de. Ez bêtir karê muzîkê dikim xasma amûrên bi pifkirinê dixebitin wekî baleban û dûdûkê.

Lawê min Elî jî li sazê dixe û hevjîna min Melekê jî stranan dibêje.

Em dema xwe wer derbas dikin. Carinan Melekê jî amûrên nola defê dijene."

“Ez di nav muzîkê de mezin bûm”

Elî Şêr Hemoto kurê Melek Muxtarê jî got, "Ji dema ku ez hatime dinyayê, ez di nav muzîkê de mezin bûme.

Dê û bavê min ez pir han dam û hîn kirim. Bavê min bi rengê madî û manewî û herwisa wekî mamosteyekî ji bo hînbûna muzîkê bi awayê akademîk li pişt min bû.

Herwiha dêya min jî bi heman rengî, loma bandoreke wan a zaf mezin li ser min hebû.

Dema ku em bi hev re tên malê, em her tiştî didin aliyekî û stranan dixwînin û li amûrên muzîkê dixin û atmosfereke xweş çêdikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst