Werza 2 ya 'Squid Game' tê weşandin

13-06-2022
RÛDAW
Nîşan Netflix 'Squid Game'
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêzefîlma Koreya Başûr ya bi navê 'Squid Game' ku li seranserî cîhanê nav û dengekî baş belav kir ji aliyê tora fîlman Netflixê ve werza duyemîn tê belavkirin.

Tora fîlman Netflixê sala borî werza yekem a 'Squid Game' derxistibû û nav û dengekî baş belav kiribû, lewra biryara berhemanîna werza duyem hat dayîn.

Tevî ku Netflixê ji bo werza duyemîn dîrokek eşkere nekiriye jî lê vîdeoyek belav kiriye ku tê de çavên bûka mezin a di rêzefîlmê de nîşan dide ku sor e û reqema duyê di çavên wê de xuya dike.

Werza yekem a rêzefîlmê gelek xelatên navneteweyî bi dest xistin, di nav de Xelata Golden û Xelata SAG ji bo Lîstikvanê Serekî yê Herî Baş.

'Squid Game' rêzefîlmeke televizyonê ya Koreya Başûr e ku ji aliyê Hwang Dong-hyuk ve hatiye çêkirin, Lee Jung-jae, Park Hae-soo û Wi Ha-joon jî wek lîstikvan tê de cih digirin.

Çîroka rêzefîlmê behsa 456 kesên ku ji bo bidestxistina 38 milyon dolaran dikevin pêşbaziyê dike lê dema ku dikevin lîstikê dibînin tenê kesek bi ser dikeve û yên din sax namînin.

Çîroka rêzefîlmê ji lîstikeke zarokan a Koreyî ya bi heman navî tê.

Rêzefîlm di 17ê Îlona 2021an de li ser Netflixê hate weşandin û li 94 welatan ji aliyê 142 milyon malbatan ve hate temaşe kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst