AMED - Dengbêj Mihemedê Nenyasî û malbata wî 8 roj in di bin kavilan de ne

Amed (Rûdaw) - Dengbêjê navdar ê Amedê Mihemedê Nenyasi (Mehmet Tanrıverdi), hevjîn û sê zarokên wî di bin xirbeyan de li benda rizgarkirinê ne. Malbata wî li nêzî kavilan bi hêviyêk li benda xebereke xweş in.

Roja 6ê Sibatê du erdhejên bihêz ku navendên wê li parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê bûn, 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin û li wan deran bû sedema rûxaniyeke mezin. Li Amedê jî ku erdhejê bandoreke mezin lê kir, ji bo kesên ku din bin kavilan de mane bên derxistin xebat berdewam dikin.

Di nava kesên ku di bin kavilên avahiya Galeria ya navçeya Yenîşehîra Amedê de mane dengbêjê navdar ê Amedê Mihemedê Nenyasî (75), hevsera wî Servet, keçên Nermîn û Ayfer û kurê wî Yunus jî hene.

Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akınci, bi malbata Dengbej Mehmet Tanriverdî re axivî ku 8 roj in li cihê kavilan li benda rizgarkirinê ne.

Birayê Dengbêj Mehemedê Nenyasî Dengbêj Cemal Tanrıverdi ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku birayê wî yê ku kirêdar e 4 meh berê mala xwe barkirine vê avahiyê kiriye.

Dengbêj Cemal dibêje “Roja erdhejê min telefonî wî kir nekir derneket, min telefonî zavayê wî kir û min jê re got telefona ma xezûrê te dernayê. Wî jî got `bisekine ez herim mêzebikim` û qasî nîv saet şûnde hot avahiya wan hilweşiyaye. Ji wê gavê ve em bi hêviyek li vê derê ne.”

Dengbêj Cemal got jî “Hêviya me Xwedê ye, ji xeynî wî tiştek nemaye. Ev bû 8 roj bin di bin kavilan de ne. Me cenazeyên wan bidîtana jî bes bû, wekî din em tiştek din naxwazin.”