Qeymeqamiya Cizîrê konsera Kurdî qedexe kir

12-11-2023
RÛDAW
Nîşan Qeymeqamiya Cizîrê Konsera Kurdî Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qeymeqamiya Cizîrê konsera Kurdî ya di çarçoveya Festîvala Çand û Hunerê ya Cizîrê de qedexe kir.

Festîvala Çand û Hunerê ya Cizîrê ku ji aliyê Organîzasyona Sanatça (Hunerî) û Şaxa Konfederasyona Kedkarên Hikûmî (KESK) ve tê organîzekirin di roja duyemîn de berdewam e.

Qeymeqamiya Cizîrê konsera Koma Sorjiyan a roja 11ê Çiriya Paşînê bêyî ku hincetekê nîşan bide qedexe kir û hola ku dê konser lê bihata sazkirin bi hinceta “bê rûxset” e girt.

"Em bi zimanê xwe, hunera xwe û çanda xwe hene"

Biryara qedexeyê ji aliyê organîzatoran û gel ve li Kolana Hunerê ya Cizîrê hat protestokirin.

Xwepêşanderan bi pankarta “Em bi zimanê xwe, hunera xwe û çanda xwe hene! Em bi hev re çanda xwe bidin jiyîn!” daxuyanî da.

Rêveberê KESKê Adnan Şenbayram li ser biryara qedexekirinê got:

“Tevî biryara qeyûmê ya ji bo qedexekirina konserê dê Festîvala Çand û Hunerê ya Cizîrê berdewam bike.

Gelek, bi çand, ziman û hunera xwe heye.”

Endamê KESKê Murat Ozbey jî axivî û anî ziman:

“Em îro jî rûbirûyî qedexeyên li dijî ziman û çanda Kurdî dibin. Înkarkirina ziman, çand û cilûbergên herêmî berdewam e.

Bi sedan sal in gelê Kurd bi awayekî sîstematîk tê bişaftin û hem jî dixwazin tune bikin.

Îradeya gel nas nakin. Em biryara Qeymeqama Cizîrê bi tundî şermezar dikin.

Em ti carî li hemberî van qedexeyan serê xwe natewînin. Em dê xebata xwe ya çand û ziman berdewam bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst