Rewşa tendirustiya hunermend Beytocan xerab e

12-11-2020
RÛDAW
Beytocan (Wêne ji hejmara wî ya torên civakî hatiye wergirtin)
Beytocan (Wêne ji hejmara wî ya torên civakî hatiye wergirtin)
Nîşan Beytocan Kurd Beytûllah Gunerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa tendirustiya hunermendê navdar ê Kurd Beytocan gelek xerab e û niha li nexweşxaneyê di bin çavdêriya tund de ye.

Hunermendê bi navûdeng ê Kurd Beytullah Gunerî ku bi navê Beytocan tê naskirin, ev heyamek e tûşî nexweşiya pençeşêrê bûye û rewşa tendirustiya wî xerab e.

Ew hunermendê Kurd ku pençeşêr li hemû laşê wî belav bûye û jiyana wî di metirsiyê de ye, niha li nexweşxaneyeke li Stockholma paytexta Swêdê di bin çavdêriya tund de ye.

Beytocan, yek ji hunermedên herî navdar e hem li Kurdistanê hem jî li derveyî Kurdistanê navê xwe bi berhem û dengê xwe belav kiriye.

Gelek kes bi stranên wî navdar bûne û strana wî ya herî navdar “Agir Kete Dilê Min”, Yan Mirin ya Diyarbekir” ji aliyê gelek hunermendan ve hatine gortin.

Beytullah Gunerî (Beytocan) sala 1955an li Farqîna Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û ev heyamek e li Swêdê dijî.

Beytocan sala 2001 albûmên bi navê “Te Nadin Min” û “Bîst û Yekê Adarê” û sala 2011an jî albûma bi navê “Etuna Dilê Min” belav kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst