Hunermend Remedan bi strana “Barzanî ji dinyayê bar kir” nav da

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Remedan Necîm Omerî bû mêvanê bernameya Awazên Rojava ya Rodayoya Rûdawê û behsa huner û serpêhatiyên xwe kir.

Awazên Rojava programeke dîrokî-hunerî ya heftane ya Rodayoya Rûdawê bi pêşkêşjariya Sefqan Orkêş e. Berhemên hunerî yên Rojavayê Kurdistanê arşîv dike û çîrokên wan tomar dike.

Armanc ji Awazên Rojava tomarkirina çîrokên stranên Rojavayê Kurdistanê, danasîna stranbêj, hozanvan û awazdanerên wan stranên Rojavayê Kurdistanê ye.

Her carekê hunermendekî bitemen yê zindî dibe mêvanê bernameyaa Awaz Rojava mêvanê vê xalekê hunermend Remdadan e.

Remedan Necîm Omerî li Helebê zewicî û nêzîkî 10 salan li wir ma. Piştî wê vegeriya Dirbêsiyê û wek hunermend beşdarî şahiyan dibû û li derveyî Sûriyê tevlî gelek ahengan bû.

Di destpêkê de, sala 1971 ahenga li bajarê Beyrûtê li sînema Rîvolî li dar xist, ew yek bi “Koma Serkevtin” re ku hunermed Mehmûd Ezîz û Mihemed Şêxo û çend hunermendên navdar li xwe digirt, rêdana wê ahengê hunermend Feyrûz Rehbanî ji wan re misoger kir, berpirsên herî mezin li Libnanê lê amade bûn wek Seîd Selam, Silêman Firenciyê, Kemal Canpolat.

Gelek ji stranên wî, wî bi xwe awazên wan çêkiriye wek strana “Xweş pêşketî” ku gotinên helbestvanê koçkirî Mihemed Elî Hiso ne û gelek jî awaz û helbestên rehmetiyê Mihemed Şerîf Berzencî ne, ji wan strana “Dinya bû buhar” di sala 1973 de sê stran li Radyoya Bexdê tomar kirin “Dinya bû buhar”, “Xweş pêşketî” û “Ala Rengîn”

Strana ku dengê wî pê li her çar parçeyên Kurdistanê belav bû û xelkê jê hez kir a “Barzanî ji dinyayê bar kir” ku ji helbestên Seydayê Tîrêj e û awaza Emîn Xeyat e ku ji xelkê Helebê ye.

Niha hunermend Remedan Necîm Omerî li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê li mala xwe rûniştiye.