Çîroka serkeftinê ya du xwişkên muzîkjen ên Kurd: Ji rêyên koçberiyê heta orkestrayê

12-07-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Barîn Îbrahîm Nervîn Îbrahîm Swêd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Du xwişkên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê yên serkeftî tevî zor û zehmetiyên koçberiyê jî dev ji keman û çanda xwe bernedane û niha di orkestraya ciwanan a bajarê Eskilstuna yê Swêde li kemanê dixin. Herdu xwişk dibên ku ew dixwazin xizmeta mûzîka Kurdî bikin.

Barîn û Nervîn Îbrahîm, du keçên Kurd ên behremend ên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, li nav orkestraya ciwanan a bajarê Eskilstuna yê Swêde weke jenyarên kemana yekem in.

Barîna 19 salî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, behsa hunera xwe dike.

Mûzîkjena Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Barîn Îbrahîm dibêje “Ez hê biçûk bûm min bi alîkariya dê û bavê xwe dest bi kemanê kir. Gelekî şansê min hebû ku malbata min gelek ji kemanê û mûzîkê hez dikirin ku hiştin ez dest pê bikim. Min di 7-8 saliya xwe de li Rojavayê Kurdistanê dest bi kemanê kir. Piştî çend salan em çûn Bakurê Kurdistanê, li wê derê ji ku mamoste û dibistanên muzîkê gelek nebûn ji min re zor bû ku ez berdewam bikim. Carna ji bajarekî diçûm bajarekî din ji bo ku ez kemana xwe karibim berdewam bikim. Lê ew kemana min bû dostek ji min re li xerîbiyê û ji ber vê yekê min ti carî dev jê berneda.”

Geşta serkeftina Barîn û Nervîn, hevterîpî koçberiya malbata wan bû.

Ji bajarê Qamişlo dest pê kir, heta Bakurê Kurdistanê, û aniha li bajarê Eskilstuna yê Sêwêdê dijîn û serkeftineke berbiçav bidest xistine.

Barîn Îbrahîm got “Aniha li Swêde gelek derfetên me yên din hene. Li hemû derê gelek mamoste û dibistan hene ku min karîbû ez berdewama kemana xwe bikim. Û aniha ez li orkestraya ciwanan a Eskilstuna Swêdê lêdixim ku wek kemana yekem. Ji xeynî wê min ji biçûkatiyê ve li dibistanan stranên klasîkî lê dixist lê min bi xwe dest bi stranên Kurdî kir ku ez jî karibim rojekê xizmeta muzîka kultûra xwe û muzîka Kurdî bikim.”

Nervîna 17 salî jî, xweha Barîn e, ji Rûdawê re behsa behreya xwe dike.

Nervîn Îbrahîm diyar kir ku ew dixwaze xizmeta mûzîka Kurdî bike û wiha anî ziman “Li bajarê Eskilstunayê ez di orkestraya ciwanan de li kemana yekem dixim. Em muzîka klasîk lê dixin û ez hez dikim ku ez karibim muzîka Kurdî jî lêxim ku ez karibim xizmeta hunera Kurdî jî bikim.”

Diyaspora, ji bo behremendên weke Barîn û Narîn, alîkar bû da bibine stêrkên geş û geşbîniyê li ezmanên welatên biyanî, ku êdî gelê Kurd şanaziyê bi wan bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst