Mamosteyê zimanê Çînî: Bêjeyên hevpar ên Kurdî û Çînî hene

12-06-2024
Hû Çî Wey bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hû Çî Wey bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kurdî Çînî Bêjeyên Hevpar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hû Çî Weyê ku li Zanîngeha Selahedînê mamosteyê Çînî ye da zanîn ku bêjeyên hevpar ên Kurdî û Çînî hene.

Hû Çî Wey Kurdî û Çînî dan ber hev û got, “Kurdî zimanê tîpan (herf) e, Çînî zimanê karakteran e.”

Mamosteyê Çînî anî zimên ku hinek bêjeyên hevpar ên Kurdî û Çînî hene û wiha axivî:

“Dema ez fêrî Kurdî bûm min tê derxist ku hinek bêjeyên Kurdî û Çînî wekî hev in.

Wekî mînak em ji pîvazê re dibêjin ‘piyaz’, hewş bi Çînî ‘hawç’ e. Nan di Çînî de jî ‘Nan’ e.”

Hû Çî Wey diyar kir ku pêkhatina hinek bêjeyên Kurdî û Çînî jî wekî hev e û mînaka “rêziman”ê da:

“Rêziman bi Kurdî tê wateya ‘rêya zimên’. Em jî bi Çînî dibêjin ‘Yûfa’.

‘Yû’ ziman e û ‘fa’ jî rê ye. Yûfa bi Çînî jî dibe ‘rêya zimên.’

Wekî hûn dibînin şiklê pêkhatina bêjeyê bi heman awayî ye."

Hû Çî Wey ragihand ku ew niha fêrî Kurdî dibe, belkî paşerojê xelkê Çînê fêrî Kurdî bike û ji bo vê bike plana wî heye.

Hû Çî Wey diyar kir ku li Îraq û Herêma Kurdistanê gelek kompanyayên Çînê hene û heke ciwan fêrî Çînî bibin dê derfetên wan ên peydakirina kar zêdetir bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst