Di sê dengan de yek awaz: `Dilo Dilo`

12-06-2021
RÛDAW
Nîşan Dilo Dilo Mîkaîl Aslan Cemîl Qoçgîrî Diyako Nahîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mikail Aslan û Diyako Nahîd bi hev re yek ji awazên herî populer ên van salên dawî, "Dilo Dilo" bi du zaravayên Kurdî sitirîn.

Projeya ku ji aliyê Dest Muzîk û di bin derhêneriya Cemîl Qoçgîrî ve hat birêvebirin, derhêneriya klîbê jî Edan Tanses kir.

Strana Zazakî "Dilo Dilo", ku wek performansa Rencber Ezîz ve tê zanîn, di van mehên dawî de derket rastê ku ji aliyê hunermendê Rojhilatê Kurdistanê Ezîz Şarûx ve bi Soranî jî hatiye sitirandin. Aslan, Nahîd û Qocgîrî ji vê îlham wergirtin û ji bo bîranîna Rencber Ezîz û rêzgirtina Ezîz Sharûx sitirîn.

Li gorî daxuyaniya Weltmusik Akademieyê gotinên di performansa Rencber Ezîz de yên hunermend bixwe ne, lê gotinên di versiyona Soranî de ya helbestvanê navdar ê Kurd Hejar Mukriyanî ye, ku di 1991 de jiyana xwe ji dets dabû. Nivîskarê Kurd Selîm Temo gotinên stranê ji zaravayên Soranî û Zazakî bo zaravaya Kurmancî wergerandiye. Strana `Dilo Dilo` ji îro pê ve li ser platformên parvekirina muzîkê ve tê peyda kirin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst