Zehra Dogan: Li girtîgehê ez rûbirûyê rastiyên xwe bûm

12-01-2020
Gulbahar Altaş
Nîşan Zehra Dogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnamevan û wênesaza Kurd Zehra Dogan ragihand ku mercên girtîgehê li wê wiha kiriye ku ew rûbirûyê rastiyên xwe bibe û piştî wê yekê berhemên serkevtî derxistiye holê.

Wênesaza Kurd Zehra Dogan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, di heyama qedexeya derketina derve de, ji ber wêneyê çêkirî li ser medyaya civakî belav kiribû û reşnivîseke zarokek 10 salî kiribû nûçe, bi hincêta “endambûna rêxistina terorê” derbarê wê de, doz hatibû vekirin.

Di Hezîrana 2017an de Zehra Dogan hat girtin û bo girtîgeha Amedê ya Tîpa Eyê hatin şandin û piştre jî bo girtiîgeha Tarsûsê hat veguhestin. Dogan di 14ê Sibata 2019an de hat azadkirin.

Piştî azadbûna xwe Zehra Dogan li ser karên hunerî berdewam bû û pêştir çend hefteyan li Îtalyayê li Muzexaneya Santa Giulia Beach berhemên wê hatin pêşandan.

70 berhêmên wê hatin pêşandan

Zehra Dogan ji Rûdawê re diyar kir ku li Muzexaneya Santa Giulia Beach a Îtalî niha pêşangeha berhemên wê heye û di wê pêşangehê de 70 berhemên wê têne nîşandan.

Bi gotina Zehra Dogan biryar bû bo heyama mehekê berhemên wê were pêşandan, lê ji bo ku berhemên wê rastî eleqeyeke baş hatine, dê heta Adara 2020an bêne pêşandan. Derbarê vê yekê de Dogan dibêje: “Min hêvî nedikir ku ev qasî zêde eleqe dê ji bo berhemên çêbibe. Ji bilî xelkê, hejmareke siyasetmedar, hunermend, berhevkar û çend kesayat jî beşdarî pêşangeha min kirin. Li Îtalyayê bo Kurdan eleqeyeke baş heye.”

Dogan da zanîn ku wê piraniya 70 berhemên xwe di heyama girtîgehê de berhem aniye û got: “Berhemên min hemû ne derbarê bûyerên li Nisêbînê de ne, herwiha min çîrokên jinên di girtîgehan de jî kirine mijara berhemên xwe. Minak hinek berhemên min ji qehwe, hinek ji çayê, hinej ji bermahiyên xwarinê li ser rûyê mexmel û rûlihêfan hatine çêkirin. Vê yekê jî bala xelkê kişandiye.”

Li ser pirsa çima te berhemên xwe li ser mexmelan û rûlihêfan çêkiriye Dogan wiha axivî: “Di rastiyê de sedema sereke tinebûn bû. Min pêştir li ser tabloyan wêne çêdkirin û ew ji ber wêneyan hatibûm girtin. Piştî ku ez ketim girtîgehê eger min wêne çênekiriya wê demê ew dê bihata wateya ku min ew ceza qebûl kiriye û ez selihî me.

Min xwest ku ez vê peyamê bidim; ez tevî astengiyên we wêneyan çêdikim. Wan her tim dest danîn li ser boyax û wêneyên min. Min ev berhem hemû bi awayeke veşartî derxistine bo derve. Li gor mercên xwe min rêyên alternatîv dîtin.”

Zehra Dogan da zanîn ku ew li girtîgehê rûbirûyê rastiyên xwe bûye û wiha domand: “Hinek caran em her tişt ji xwe re dikin hincet. Minak carna em dibêjin ez dixwazim vê yekê bikim lê perê nîne, ez dixwazim vê çêbikim, lê cih nîne… Her tim em dibêjin ‘lê’. Çimkî em naxwazin rûbirûyê rastiya xwe bibin. Mercên ku ez di nav de neçar kirim ku rûbirûyê xwe rastiyên xwe bibim. Min got belê rast e tiştek nîne, lê ez dikarim çawa tiştekê bikim. Eger ez ne hatiba girtin, dibe ku ev berhemên min dernediketin holê.

Min li girtîgehê rewşa tinebûnê vegerand bo rewşa sûdê. Berî ez werim girtin, wêneyên min zêde nedihatin zanîn. Ez eger ji ber Nisêbînê neketime girtîgehê dibe ku kesê ev berhemên dê nedîtiban. Piştî ku ez hatim girtin xelkê ez zêdetir naskir. Jixwe piştre çend hunermendê cîhanî piştevaniya min kirin. Ew wêneyê ku ez ji ber hatibûm girtîn li Cadeya Manhattanê ya New Yorkê li ser bilboardan hat danîn. Piştî ez ji girtîgehê derketim min yekser dest bi projeyên xwe kir û ez ji bo pêşangeha dihatim vexwendin. Ji gelek cihan ji min daxwaza projeyên nû dikin lê ez pê re nagihîm. ”

 

Dogan destnîşan kir ku piştî ew ji girtîgehê derketiye heta nih herî kêm beşdarî 20 pêşangeha bûye û got: “Di demên bê de li Brîtanya, Norwêç, Swisre, Almanya û Îtalyayê pêşangehên min dê bêne vekirin. Ez niha ji ber xebatên xwe li Ewropayê me û ji ber karên xwe niha naxwazim vegerim Tirkiyê, dema ez vegerim dibe ku derketine derve ji min re qedexe bikin. Piştî min tevahiya xebatên xwe temam kir ez dê vegerim.”

Wênasaza Kurd herwiha da zanîn ku di bihara îsal de ji bo projeyên nû dê serdana Herêma Kurdistanê bike û wiha pê de çû: “Min li Tirkiyê wêneyek çêkir ez hatim cezakirin, lê li welateke din ligel Ala Kurdistanê behsa min û berhemên min kirin. Ev yek ji bo min cihê şanezaniyê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst