کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Lîstikvanên ku beşdarî Festîvala Fîlman a Deryaya Sor bûne /Wêne: Rûdaw Grafîk

Lîstikvanên ku beşdarî Festîvala Fîlman a Deryaya Sor bûne /Wêne: Rûdaw Grafîk

Çand û Huner

Lîstikvanên sînemayê bi fîlmên xwe yên nû beşdarî Festîvala Deryaya Sor dibin

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

11-12-2024

Nûçeyên Têkildar

Afirînerê 'Kurmancî Here Gulê' Paix klîbeke nû belav kir
Çand û Huner11-05-2026

Afirînerê 'Kurmancî Here Gulê' Paix klîbeke nû belav kir

Kurdên Şamê li zimanê xwe vedigerin: Hûr û gir fêrî Kurdî dibin
Çand û Huner10-05-2026

Kurdên Şamê li zimanê xwe vedigerin: Hûr û gir fêrî Kurdî dibin

Li Wanê ji bo zarokan Pêşbirka Helbestên Kurdî hat lidarxistin
Çand û Huner10-05-2026

Li Wanê ji bo zarokan Pêşbirka Helbestên Kurdî hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala Fîlman a Deryaya Sor ku li Erebistana Siûdî tê lidarxistin bûn, ji Rûdawê re behsa planên û projeyên xwe yên paşerojê kir.

4emîn Festîvala Fîlman a Deryaya Sor li bajarê Cedeyê yê Erebistana Siûdî tê lidarxistin.

Festîval 5ê Kanûn Pêşîn dest pê kir û dê heta 14ê vê mehê berdewam bike.

Festîval ne tenê bi nîşandana fîlman, bi beşdarbûna aktor û aktrîsên navdar ên cîhanê jî balê dikişîne ser xwe.

Ji çar aliyên cîhanê hezkiriyên sînemayê berê xwe daye Festîvala Fîlman a Deryaya Sor.

Aktor û aktrîsên beşdarî Festîvala Fîlman a Deryaya Sor bûne, ji Rûdawê re behsa plan û projeyên xwe yên paşerojê kir.

Xwediyê xelata Oscarê Brendan Fraser, ji Rûdawê behsa ezmûna xwe ya di fîlma The Whale de kir ku tê de rola sereke wergirtibû û ji bo ku di sektora sînemayê de ye kêfxweşiya xwe anî ziman.

"Ez dê qet ji bîr nekim ku xebata di vî karî de çiqas bi îmtiyaz e"

Brendan Fraser got, "Çêkirina fîlmeke wekî The Whale, wisa bû ku em her roj nêzik dibûn mîna ku ew cara yekem û dawîn e.

Ez dê qet ji bîr nekim ku xebata di vî karî de çiqas bi îmtiyaz e."

Her wiha Fraser serkeftina fîlma The Whale bi xebata tîma xwe ya di mea kişandina filmê ve girê da û wiha anî ziman:

"Di naveroka fîlm û rêzefîlmên me de gelek tercîh hene. Ya girîng ev e ku meriv yên ku mirov bi rastî dixwazin bibînin hilbijêrin e.

"Malbat ji bo min hestek e"

Aktorê Îngilîz Andrew Garfield ku bi fîlma Spider Man jî tê naskirin di Festîvala Fîlman a Deryaya Sor de beşdarî nîşandan fîlma xwe ya bi navê "We Live In Time" bû behsa çîroka 10 salan a cotekê dike.

Garfield ji Rûdawê re behsa girîngiya hezkirin û malbatê kir û wiha anî ziman:

"Bi ya min dibe ku malbat bi gelek awayan pêk were. Malbat dikare bibe malbata bi xwînê, dikare bibe malbata hilbijartî jî.

Malbat ji bo min hestek e. Ne hewce ye ku mirov hişk bi vê yekê ve giradayî be, gelek mirovên ku ji dayik dibin û sêwî ne hene."

Û pêwîstiya me hemûyan pê heye ku em ji xwe û yên din re malbatê bibînin û peyda bikin."

"Keda Erebistana Siûdî ya ji sektora sînemayê ye gelelî giring e"

Şaciwana 2yem a Libnanê ya 2024an Gael Balian, pesnê hewildanên Erebistana Siûdî ya di pîşesaziya sînemayê de da û got:

"Bi ya min keda Erebistana Siûdî ya ji sektora sînemayê ye gelelî giring e ji ber ku ew yek ji wan pîşesaziyên ku di vê demê de geş dibe ye û her kes bi rastî di wê de veberhênan e. Ji ber vê yekê ez gelekî kêfxweş im."

"Ez spasiya hezkiriyên xwe yên li Herêma Kurdistanê ne dikim"

Lîstikvanê Bollywoodê Ranbir Kapoor spasiya hezkiriyên xwe yên li Herêma Kurdistanê yên ku piştgiriya hunera wî dikin kir û got:

Ji bo hemî hezkirin û piştgiriyê ez spasiya we dikim, û ew tiştekî pir dil germ e.

Ez hêvî dikim ku ez dê we bibînim, û ez hêvî dikim ku ez bikaribim hezkirinê bi xebata ku ez dikim li we vegerînim."

Kapoor bi fîlma xwe ya bi navê "Evîn û Şer" ku bi hevjîna xwe Alia Bhattê re tê de dileyîzin, beşdarî Festîvala Fîlman a Deryaya Sor bûye.

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

11-12-2024

Nûçeyên Têkildar

Afirînerê 'Kurmancî Here Gulê' Paix klîbeke nû belav kir
Çand û Huner11-05-2026

Afirînerê 'Kurmancî Here Gulê' Paix klîbeke nû belav kir

Kurdên Şamê li zimanê xwe vedigerin: Hûr û gir fêrî Kurdî dibin
Çand û Huner10-05-2026

Kurdên Şamê li zimanê xwe vedigerin: Hûr û gir fêrî Kurdî dibin

Li Wanê ji bo zarokan Pêşbirka Helbestên Kurdî hat lidarxistin
Çand û Huner10-05-2026

Li Wanê ji bo zarokan Pêşbirka Helbestên Kurdî hat lidarxistin

Pirsên