Romana Mehmet Uzun ‘Tu’ bo Îtalî hat wergerandin

11-12-2019
RÛDAW
Nîşan Mehemet Uzun Francesco Marilungo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Romana nivîskarê Kurd Mehmet Uzun a bi navê “Tu” bo zimanê Îtalî hate wergerandin û çap bûye.

Nivîskarê Îtalî Francesco Marîlungo romana “Tu” ya Mehmet Uzun a di sala 1984an de nivîsandiye bo zimanê Îtalî wergerand.

Roman Tu yekem roman e ku rasterast ji Kurmancî bo zimanê Îtalî hate wergerandin.

Roman bi hevkariya Enstîtuya Rojhilata Dûr û Navîn a Îtalî û Enstîtuya Çanda Kurdî ya Navnetewî ISMEOyê hate çapkirin.

Francesco Marîlungo niha jî mijûlê wergera romana Bîra Qederê ya Mehmet Uzun dibe.

Francesco Marîlungo di sala 1983yan de li gundekî perava Deryaya Adriatîk ji dayik bûye û li Romayê li Zanîngeha Sapienza xwendina Wêjeya Îtalî temam kiriye. Di sala 2009an de serdana Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kiriye. Di sala 2012yan de li Zanîngeha Exeterê li ser Edebiyata Kurdî û Tirkî dest bi bernameya doktorayê kir.

Marîlungo ji bilî Kurdî û Îtalî ew Tirkî, Îngilîzî, û hinek Frensî, Spanî û lLtînî dizane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst