Kurdên li Stenbolê bi dengê dengbêjan xweliya li ser zimên avêt
Stenbol (Rûdaw) - Pêvajiya tije givaş û qedexeyên li ser Kurdî ku bi hewla derbeyê re rû dabû, kir ku li her derê çalakî, bername, dîdar û civînên taybet bi çand û huner û zimanê Kurdî jî kêm bibin.
Di van mehên dawî de bi taybetî li metropolên ku nifûseke zêde ya Kurdan lê niştecî ye careke din Kurdî hewla geşbûnê dide.
Konser, nimayîşên şano, danasînên sînemayê û şevbihêrkên kulturî ji nû ve têne amadekirin.
Piştî demeke dirêj li Stenbolê jî şevbihêrkeke dengbêjan hate lidarxistin û Kurdên Stenbolê bi deng û awazên dêrîn li koka xwe vegerîn.
Piştî demeke dirêj dengê dengbêjan li Stenbolê bilind bû
Piştî sal û mehên dirêj, Kurdên Stenbolê ji nû ve berê xwe didin wan holên ku ew çendîn wext e dengê Kurdî lê bilind nebûye.
Bi hewla derbeya 15ê Tîmeha 2016an gavaşeke zêde ketibû ser Kurdî jî û her cor bernameyên çandî yên Kurdî dihatin qedexekirin.
Ji ber wê bêyî konsertên ji rêzê Kurd dûr ketibin ji wan dîdarên mezin û taybet bi Kurdî.
Lê saziyên Kurdan careke din xweliya ku barî ye ser zimên davêjin û bi dengê dengbêjan ji xeweke nexweş şiyar bûn.
Hejmarek dengbêjan li navçeya Avcilarê ya Stenbolê dîwan danîn û keser û kewînên mêvan hilm lê radibe.
Alaattîn Dûrûm kêfxweşiya xwe wiha anî ziman, “Ez pir kêfxweş û dilgeş im.
Gelekî wiha li metrepolan li ser çand, huner, zimanê xwesekîniye, ez pir kêfxweş im.
Keda kê tê de hebe Xwedê jê razî be, sed carî spas dikim.”
“Şeveke wiha ji Kurdan re bi dest nakeve”
Qedriye Altûn got, “Wele birînên me heliyan, nû bûn. Şeveke wiha ji Kurdan re bi dest nakeve.”
Navenda Çanda Mezopotamyayê bi beşdariya 5 dengbêjên ji herêmên cuda şevbihêrkeke taybet bi dengbêjan amade kir.
Kazo, Xalîde, Mihemedê Serhedî, Evîn Sindî û çîrokbêj û stêrka şevên kurdevîniyê Ayhan Erkmen li dîwanê rûniştine û salona mişt bi nava dûkêla dîroka êş û xemên Kurdbûnê ve verêdikin.
“Em ji bo çanda Kurdî hene”
Dengbêj Xalîdeyê diyar kir, “Em dê li her deverê, kolan bi kolan konserên wisa bi xweşikê li dar bixin û herin pêşberî gelê xwe.
Me biryara xwe wisa daye. Em ji bo çi hene? Em ji bo çanda Kurdî hene.”
Şevbihêrka dengbêjan di heman demê de bû weke bibîranîna dengbêj Feyzoyê Rizo ku beriya çend rojan xatir ji êl û welatê xwe xwestibû û çûbû ser dilovaniya xwe.
“Ev şev ji bo min gelekî pîroz bû”
Dengbêj Kazo wiha axivî, “Li vê metropolê li Stenbolê gelek hewildanên ku dengbêjî çêbûn an jî konser hatin lidarxistin çêbûn.
Lê cara yekemîn e ku ev şev ji bo min gelekî pîroz bû. Ez gelekî pê dilşad bûm.”
Gelek siyasetmedar, şexsiyetên naskirî, xort, ciwan û heta zarokên Kurd bi kelecan beşdarî vê şevbihêrkê bûn.
Çirokên ku bo stranên dengbêjan bûne kadîn bi dirêjahiya şevê bi ser rûyê xemgîn de barîn.
Lê di dawiyê de strana ‘şirîn û xweş e zimanê Kurdî’ kir ku ew xemgînî ji paceyên holê re derbikeve û ew dilên zîz careke din bi tîna xwebûn û hebûna zindî û jîrek bicoşe û şîn bibe.