DJyê Kurd ji bo danasîna Çiyayê Agiriyê klîpek belav kir

11-11-2023
Ferdî Sak
DJyê Kurd Mr. Dosso Dossi
DJyê Kurd Mr. Dosso Dossi
Nîşan Mr. Dosso Dossi Hîkmet Erarslan Çiyayê Agiriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dîzaynerê cilûbergan, karsaz û DJyê Kurd Mr. Dosso Dossi ji bo danasîna Çiyayê Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê klîpeke berfireh belav kir.

Hîkmet Erarslan ku wekî Mr. Dosso Dossi jî tê naskirin amûrên xwe yên DJtiyê li quntara çiyayê herî bilind ê Kurdistanê danîn.

Mr. Dosso Dossi ji bo danasîna Çiyayê Agiriyê vîdeoyeke 16 deqe û 49 çirkan li ser Çiyayê Agiriyê tomar kir.

DJyê Kurd Mr. Dosso Dossi derbarê vî karî û armancên xwe de ji Rûdawê re axivî.

“Armanca min ew e ku muzîka me dîsa derkeve pêş”

Karsaz û DJ Hîkmet Erarslan got “Ev kultura me dide nîşandan, erdnigariya me çawa ye, kultura me çawa ye.

Lê milet nizane li ku derê ye, ka çawa ye, bedewtiya wî çawa ye. Ev muzîk alîkariya wê dike.

Armanca min û xwesteka nav dilê min jî ew e ku dîsa muzîka me derkeve pêş. Ez wê modernîze û mîks dikim.”

Lûtkeya Çiyayê Agiriyê 4 demsalan ji berfê spî ye.

Hemû beşên çiya bi xwezaya xwe ya dewlemend bi berfirehî di vîdeoyê de tên nîşandan.

Cil û berg, sembol û motîfên çanda Kurdî jî cihekî sereke digirin.

“Ez dixwazim Hewlêrê jî bidim nasîn”

Hîkmet Erarslan amade ye bi vê rêbaza cuda danasîna Hewlêrê jî bike û li benda vexwendinê ye û wiha berdewam kir:

“Miletê wê derê jî miletê min e, ez ji wan gelekî hez dikim. Ex dixwazim bêm wê derê ji miletê xwe re wan deran jî bidim nasîn.

Eger ez bikaribim tiştekî wisa bikim, ez dê pê zaf şad bibim. Belkî em konserekê li wê derê bidin, festîvalekê li wê derê li dar bixin, çima nebe.

Çi ji destê me tê divê em ji miletê xwe re bikin. Eşqa wê bi me re ye. Ez jî dixwazim bêm ji wan re tiştekî wisa bikim.”

Mr. Dosso Dossi bixwe xelkê navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê ye.

Karsazê Kurd heta niha çend defîleyên cilan, konser û festivalan ji bo danasîna bajarê xwe û parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê saz kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst