Çîrokên Andersen bi wergera Nesrîn Rojkan êdî Kurdî ne

Hewlêr (Rûdaw) – Nesrîn Rojkan çîrokên nivîskarê Danmarkî Hans Christian Andersen bo Kurdî wegerand û ji aliyê Weşanxaneya Morî Zarok ve hat belavkirin.

Nesrîn Rojkan ji Rûdawê re diyar kir ku par payîzê dema wê serdana malbata xwe li Bakurê Kurdistanê kir, xweha wê Yasemîn Elban ku bixwe jî çîroknivîs e got ku Weşanxaneya Morî  li wergêrek digere da çîrokên Anderssen ji zimanê resen wergerîne û got: “Jixwe pêştir 9-10 salan ew xewna min bû. Lê min bihîst ku çirokên Hans Christians Andersen hatine wergerandin û min jî dest jê kêşand. Lê Xewna min carek din zindî bû.”

Nesrîn Rojkan ku li Swêdê rojane kare wergeriyê dike, dibêje piştî ku ligel berpirsên Weşanxaneya Morî ket têkiliyê wan li hev kir ku ew deh çîrokên hilbijartî wergerîne û wê jî hema şevê yekser dest bi wergêra “Cûcika wêrdekê ya pirçomirço” kir.

Bi gotina Nesrîn Rojkan çîrokên Hans Christian Anderssen cihê xwe di nav klasîkên cîhanê de girtiye û ew dibêje: “Anderssen di wê demê de ku herkes bi devkî çîrokan digot, bajêr bajêr, gund gund, welat welat geriya û çîrokan berhev kir û nivîsî. Ji zarokan re dinyayek xeyalî ava kir. Di wê dinyayê de ajal axivîn, mirov li ser pişta Çûka firîyan û hwd.”

Rojkan vê berhema xwe wek zaroka xwe ya yekem pênase dike û dibêje: “Li gor min zarok û ziman jî bo mayîna civak û çanda Kurd gelek girîng in.  Ez jî ji van herdû hêmanan gelek hez dikim û min xwest diyariyek bidim zarokên Kurd û van çîrokên navdayî bi zimanê wan binivîsim.”

Rojkan eşkere kir ku pirtûk hêj biharê qedidandiye, lê ji ber koronayê çapkirin û belavkirina wê derengî ket û da zanîn di nav pirtûkê de ev çîrok hene: “Cûcika wêrdekê ya pirçomirço, Prenses û Bezelye,Tilîkê, Bilbil, Keçika Neftikfiroş, Cilûbergên Nû yên Şah, Dîno, Babko her çi bike Qenc dike, Qûxûyên Kovî û Keçmasiya Piçûk.”

Ew niha jî çîrok û efsaneyên kurdî vedigerîne bo zimanê Swêdî û herwiha bi gotina wê çend projeyên din ên balkêş hene.

Nesrîn Rojkan wiha behsa destpêkirina çîroka xwe ya xwendinê dike: “Hê dema neh deh salî bûm, min dixwest bibim nivîskar. Nivîskareke baş. Nivîsên min dê him wêjeyî bûna û him zanyarî. Lê li gorî mercên jîyana min a li welêt de dijwar bû. Bavê min gorîyê dewleta serdest û her wuha rêxistinên wê bû. An firar bû yan jî koçber. Ev yek jî bû sedema nexwendin û pêşketina min. Her çend  bavê min Mele Îsmet melayekî navdar be jî, mirovekî pêşketî û zana bû, ew li dij xwendina keçan dernediket lê mixabin her çend wî piştgirî bidaya jî giranîya çandê li ser takekesek hê girantir bû. Di wê çandê de ‘keçek divê nêzîkê malbata xwe bibe’. Rêya min ji bo nivîskarîyê hatibû girêdan. Lê dîsa jî min gelek dixwend, hê dema heşt, neh salî bûm birayê min çend pirtûk ji min re anîbû. ‘Masîreşê Biçûk’ û  ‘Ji yek xoxê, hezar xox.’ Ev her du çîrok wisa bandor li min kiribûn ku hema çi pirtûk bi destê min biketa min dê bixwenda.”

Rojkan da zanîn ku ew di temenê xwe ciwaniyê de diçe Swêdê û li gel bûyerên nexweş jî wê ji xwe re fersenda xwendinê peyda kiriye û wiha pê de çû: “Xeyalên min şîyar bûbûn, tîbûneke mezin a hînbûna her tiştî ez tûşê perwerdeyên cuda kirim. Min ji dibistana seretayî, heta zanîngehê bi çend mijaran ve xwend. Bi zimanê kurdî re zimanê bîyanî xwirt kir û dest avêt rojnamevanîyê. Di radyo, rojname, kovar û televîzyonên kurdî de karê nûçegihanîyê kir. Min li ser dîrok û mîtolojîyê lêkolîn kirin, nivîs nivîsandin. Lê dema min a ji bo nivîskarîyê hê nehatibû. Di hişê min de çîrok hebûn lê min nediwêrî dest pê bikim. Min nedixwest bibim nivîskareke asayî. Divîya nivîsên min hinek bikemilîyana û li ser mirovan bandor bikirana, hîn bikirana, ronî bikirana û pêşengî bikirana. Hê dem dixwest jê re.”