Îsal dê çend weşanxaneyên Kurdî tevlî Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bibin?

11-09-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wedat Ektîrîcî\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Wedat Ektîrîcî\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Wedat Ektîrîcî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Parêzgeriya Amedê Weşanxaneyên Kurdî Pêşangeha Pirtûkan a Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) eşkere kir ku ew dê îsal 8emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê li dar bixe.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 32 weşxanxaneyên Kurdî hene û dê 30 weşanxane tevlî pêşangehê bibin.

Piştî 8 salan Parêzgariya Amedê jî piştgiriyê dide lidarxistina pêşangeha pirtûkan.

Li gorî zanyariyên odeyê dê pêşangeh 30ê Çiriya Paşînê dest pê bike û 8ê Kanûna Pêşînê bi dawî bibe.

Berpirsê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Wedat Ektîrîcî bû mêvanê bultena Bakur a Rûdawê û behsa amadekariyên 8emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê kir.

Wedat Ektîrîcî behsa kêmasiyên pêşangeha sala 2023yan kir û got:

“Em rexneyên sala borî dayînin aliyekî, me xwest pêşangehekê li dar bixin.

Hûn dizanin 3 salan li ser hev pêşangeh çênebûbû û dê îsal jî çênebûya.

Heger me sala borî jî ew pêşangeh çênekira dê dîsa çênebûya.

Wekî Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û Kompanyaya Mezopotamya Fuarcilikê me xwest pirtûk werin bajarê me yê qedîm.

Welatê me cihê nivîs û pirtûkan e. Me hewl da û me pêşangeh anî.

Wext kêm bû, dibe ku di warê teknîkî de kêmasî çêbûbin.“

Li gorî gotina Wedat Ektîrîcî dê zimanê 8emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê Kurdî û Tirkî be û dê herî kêm 30 weşanxaneyên Kurdî tevlî pêşangehê bibin.

“Dê 200 çalakî bên lidarxistin”

Ektîrîcî behsa amadekariyên çalakiyên pêşangehê jî kir û wiha berdewam kir:

“Nêzîkî 90 weşanxaneyên Tirkî jî dê tevlî pêşangehê bibin.

Belkî 2-3 weşanxaneyên Kurdî ji ber derfetên xwe tevlî pêşangehê nebin lê em dixwazin hemû tevlî pêşangehê bibin.

Di pêşangehê de dê herî kêm 200 çalakî bên lidarxistin û em dixwazin nîvê van çalakiyan bi Kurdî bin.

Sala borî di pêşangehê de me hin tiştên kêm kirin, wekî min got, dema me kêm bû lê îsal em dê hewl bidin wan kêmasiyên xwe çareser bikin.

Em bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re jî çend caran rûniştin û axivîn wan jî eşkere kir ku dê alîkariyê bidin me û çi ji destê wan bê dê bikin.

Em bi Parêzgariya Amedê jî re rûniştin û ew jî tevlî pêşangehê dibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst