Mala nivîskarê Efrînî Merwan Berekat xerab jî kirin lê ew ji Efrînê derneket

Hewlêr (Rûdaw) - Çiyayê Kurmênc, bi rewşenbîr, hunermend, mûzîkjen û nivîskarên xwe navdar e. Yek ji navdartirîn nivîskarên wê herêmê, Merwan Berekat e.

Merwan Berekat, nişteciyê gundê Soxanekê yê Çiyayê Lêlûnê ye, li navçeya Şêrawa ya Herêma Efrînê.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve, destpêka sala 2018yan, mala nivîskarê Kurd Merwan Berekat hate armanckirin û topbarankirin, di encamê de jî mala wî wêran bû, lê tevî wê yekê jî hêj ew li nêzîkî mala xwe niştecî ye hêvîdar e careke din wê malê ava bike û lê vegere.Tevî zehmetiya jiyanê, pêwendiya Merwan Berekat bi pirtûkan re nehatiye birrîn.

Nivîskarê Kurd ê Efrînî Merwan Berekat dibêje "Pênc salên ku Çaiyayê Kurmênc tê re derbas dibe, bi rastî her kevirek, her darek, her dariztanek, her dareke zeytûnê, ne romanek û ne dîwanên helbestan, û ne bi hezarên çîrokan têrê nakin. Tevlî wê jî, gelê me, miletê me, li ber xwe dide, ew berxwedan jî cihê serbilindî û şanaziyê ye. Vêca li gorî em pê karin, li gorî em pê dizanin, em ê li ser van êş û zaran û vê rewşê helbest, çîrok û romanan, binivisînin."

Merwan Berekat, yek ji damezrênerên Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî bû, li Rojavayê Kurdistanê.

Bi dehan kursên fêrkirina Zimanê Kurdî dane xwendekaran.

Berhemên wî, di piraniya kovar û rojnameyên Kurdî de, li Rojavayê Kurdistanê hatine belavkirin, ji wan: Xunav, Pirs, Bihar û Newroz.

Herwiha bû yek ji endamên desteya sernivîser a wan kovar û rojnameyan.

Merwan Berekat got jî "Em di vê rewşê de çênabe ku em wiha berdin. Divê her tiştek bi nivîsandin bê belgekirin, çi bi şêweyê lêkolînê be, çi bi şêweyekî wêjeyî be, çîrok bin, roman bin, helbest bin, divê bêne belgekirin."

Derdora 35 pirtûkên wî bi herdu zimanên Kurdî û Erebî di warên roman, çîrok, lêkolîn û helbestan de hene,

Hinek berhemên Merwan Berekat ev in: Efrîn destan û birîn, penageh, li welatekî sêwî, nameyên azadiyê, gurzek ji stranên folklorî, romana pakrewanekî Kurd, dilrevîn, helwest, deriyên reş, wateyên çikdayî,kela qumriyê, tabloyên xemgîn û gelek berhemên din,

Merwan Berekat li ber muzîka ku awaza wê ji aliyê hunermend Selah Beyrem ve hatiye çêkirin helbestek tîne ser ziman "Berî niha/ niha jî/ dîsa rê helbest in, / hest bi birînên xwe mijûl in,/ di kenê Buharê de,/ di xemla kulîkan de,/ wendabûn demê dibezîne./ Ger tu hatî,/ ew hatin,/ lêgerînekê bi xwe re bîne../"

Merwan Berekat, 20ê Cotmeha 1964an, li gundê Soxanekê yê ser bi navçeya Şêrawa ya Efrînê hate jiyanê û heta niha li wê navçeyê dijî û dinivîse û piraniya jiyana xwe ji bo ziman û wêjeya Kurdî terxan kiriye.