Oppenheimerê mohra xwe li Oscarê xist: 7 xelat

11-03-2024
RÛDAW
Nîşan Xelatên Oscarê Openheimer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wergirên 96emîn Xelatên Oscarê li Şanoya Dolbyê ya li Los Angelesê diyar bûn.

Filma bi navê Oppenheimer bi wergirtina 7 xelatan mohra xwe li Oscar 2024ê xist.

Xelatên Oscarê ji sala 1929an ve ji aliyê Akademiya Huner û Zanistên Sînemayê ya Amerîkayê ve tên dayîn.

Ji bo Oscarê filmên herî baş ên cîhana sînemayê tên hilbijartin.

Xelatên Oscarê îsal bi merasîmeke biheybet li Şanoya Dolbyê ya li Los Angelesê hatin belavkirin.

Merasîma xelatdayînê  cara 4emîn ji aliyê ji aliyê komedyenê Amerîkî Jimmy Kimmel ve hat pêşkêşkirin.

Ji bo xelatdayînê kesayetên navdar ên wekî Emily Blunt, Ryan Gosling, Arnold Schwarzenegger, Danny DeVito, Ariana Grande, Melissa McCarthy, Kate McKinnon, Tim Robbins, Sam Rockwell, Nicolas Cage, Matthew McConaughey, Ben Kingsley, Charlize Theron, Jennifer Lawrence derketin ser dikê.

Xelata herî girîng a şevê ya Filma Herî Baş ji aliyê lîstikvan Al Pacino ve hat dayîn.

Filma Oppenheimerê mohra xwe li merasîma îsal xist ku cara 96emîn hat lidarxistin. 

Filma Oppenheimerê ku di 13 kategoriyan de hevrikî dikir, xelata "Filma herî baş" jî di nav de 7 xelat wergirtin.

Listeya xelatên Oscar 2024ê wiha ye:

Filma Herê Baş:

Oppenheimer

Derhênerê Herî Baş:

Christopher Nolan (Oppenheimer)

Lîstikvana Herî Baş:

Emma Stone (Poor Things)

Lîstikvanê Herî Baş:

Cillian Murphy (Oppenheimer)

Lîstikvana Alîkar a Herî Baş

Da’Vine Joy Randolph (The Holdovers)

Lîstikvanê Alîkar ê Herî Baş

Robert Downey Jr. (Oppenheimer)

Senaryoya Resen a Herî Baş

Justine Triet ve Arthur Harari (Anatomy of a Fall)

Senaryoya Lêanînê (Adapte) ya Herî Baş

Cord Jefferson (American Fiction)

Filma Navneteweyî ya Herî Baş

The Zone of Interest

Anîmasyona Herî Baş

The Boy and The Heron 

Derhênerê Dîmenê yê Herî Baş

Oppenheimer

Muzîka Herî Baş

Oppenheimer

Strana Herî Baş a Resen

Barbie (What Was I Made For?)

Dîzayna Kostuma Herî Baş

Poor Things

Dîzayna Hilberîna Herî Baş

Poor Things

Dîzayna Makyaj û Porê ya Herî Baş

Poor Things

Efekta Herî Baş a Dîtbarî:

Godzilla Minus One

Vehûnana (Fiction) Herî Baş:

Oppenheimer

Dengê Herî Baş:

The Zone of Interest 

Belgefîlma Herî Baş:

20 Days in Mariupol

Belgefîlma Mijara Kurt a Herî Baş:

The Last Repair Shop

Fîlma Kurt a Herî Baş:

The Wonderful Story of Henry Sugar

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst