Koroya Jinên Êzidî li Mala Lordên Brîtanî konsertek saz kir

London (Rûdaw) – Li Londonê, çend keç û jinên Kurdên Êzidî yên rizgarbûyên ji destê DAIŞê ku koroyek damezrandinê, li Kamaraya Lordên Brîtanyayê bo parlementeran konsertek pêşkeş kirin. Koroya ji keç û jinên Kurdên Êzidî pêk tê, ji bilî stranên gelerî, berhemên derbarê çîrokên xwe yên jêr destê DAIŞê yên biêş de jî stirîn.

Brîtanya bi rêya muzikê  hewl dide piştevaniyê bide wan Êzdiyên ku ji destê DAIŞê rizgarbûne, herwiha alîkariya wan bike ku kultura xwe wenda nekin.

Hejmareke keç û jinên Kurdên Êzidî ji kempa Xankê ya Duhokê, li Londonê li mala Lordên Berîtaniya muzik û kultura xwe nîşan dan û zilm û komkujiya hate sere wan anîn ziman.

Endama koroyê Rênas Îlyas ji Rûdawê re got: “Di Tebaxa 2014an de ligel dayîk, du bira û xwîşka xwe  em ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin. Em 3 sal û 2 mehan di destê DAIŞê de man, piştre malbata min ez kirrîm.”

Wextê ez ketîme dest da'şi ez de sall bûm , lerêgay kenalî rûdaw dawa le hkumet dekem yexsîrî ême wegern

Endama koroyê Asya Îlyas jî da zanîn ku dema ew ji aliyê DAIŞê ve hate revandin 10 salî bû û got: “Ez bi rêya televîzyona Rûdawê daxwazê ji hikûmetê dikim ku kesên hatine revandin bêne rizgarkirin.”

Şêwirmendê Encûmena Ruhanî ya Kurdên Êzidî Kerîm Silêman jî dibêje: “Hikûmeta Brîtanyayê karesata hate sere me weke jenosîd dibîne û dibêjin ew dê hevkariya Êzidiyên bikin. Ev keç û jinên di vê koroyê de cih girtine, ji aliyê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî ya ser bi Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatine rizgarkirin.”

Rêkxera koroyê, Komeleya AMAR dixwaze bi vê projeyê çanda Kurdên Êzidî sînorên Rojhilata Navîn derbas bike û li tevahiya cîhanî bide nasîn.

Serokê Komeleya AMARê Barones Nelson jî got: “Projeya Muzîkê ji bo wê yekê hatiye danîn ku careke din muzîka Êzdiyan vegerîne û biparêze û wan jî fêr bike heya bibin xwediyê wê muzîkê.”

Serokwezîrê berê yê Îskoçyayê Jack McConnell jî dibêje, divê Berîtaniya alîkariya wan gencan bike ku li kempan jî be, jiyaneke nû dest pê bikin.

Koroya Kurdên Êzidî di çarçoveya serdanê de li Clarence Housê ji bo  Prens Charles jî konsertek saz kiribû.