Nivîskareke ji Koreya Başûr Xelata Nobelê ya Edebiyatê stand

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskara ji Koreya Başûr Han Kangê Xelata Nobelê ya Edebiyatê stand.

Komîteya Xelata Nobelê diyar kir ku nivîskara ji Koreya Başûr Han Kangê ji ber romana xwe ya bi navê The Vegetarianê ku çîroka jineke dev ji xwarina goşt berdaye tîne ziman Xelata Nobelê ya wergirtiye.

Komîteya Nobelê da zanîn ku nivîskara ji Koreya Başûr Hang Kang ji bo romana xwe ya The Vegetarianê ji ber "xebata xwe ya domdar di rakirina tirs û qelsiyên jiyanê de" Xelata Nobelê ya Edebiyatê standiye.

Çîroka romana The Vegetarianê li ser jinekê ye ku piştî xewneke xwînî, biryar dide dev ji xwarina goşt berde.

Xewn bandoreke mezin li ser jiyan û tevgera paşerojê ya lêhenga romanê dike.

Komîteyê destnîşan kir ku roman ronîkirina rast a awayê ramana Rojhilat e.

Xelata Nobelê ya Edebiyatê 1 milyon dolar e.

Her wiha romana The Vegetariana Han Kangê Xelata Navneteweyî Man Bookerê jî standibû.

Han Kang kî ye?

Hang Kang ji Koreya Başûr e, keça romannivîs Han Seungin e.

Wê bi helbestan dest bi edebiyatê kir û piştre çîrok û roman nivîsandin.

Berhemên wê li Koreya Başûr gelek xelat standin.

Heta niha bi dehan pirtûkên wê yên edebî tercûmeyî gelek zimanan hatine kirin.

Hang Kangê sala 2016an Xelata Navneteweyî Man Bookerê stand.