Seyidxan Sevînç yekem albûma xwe ‘Bîr’ belav kir

10-09-2020
Aydin Bayram @aydn_byram
Albûm ji 8 stranan pêk tê
Albûm ji 8 stranan pêk tê
Nîşan Seyîtxan Sevînç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê Kurd Seyîdxan Sevînç ku ji zarokatiya xwe ve “sendroma touretteyê” pê re heye, yekem albûma xwe, bi navê “Bîr” belav kir. Seyîtxan Sevînç dibêje ji ber nerehetiya xwe ya touretteyê pirsgirêka wî bi civakê re heye.

Hunermendê ji Sêrtê Seyîtxan Sevînç yekem albûma xwe Bîr li ser Youtubê belav kir.

Seyîdxan Sevînç ji Rûdawê re diyar kir ku ji ber sendroma touretteyê ew rûbirûyê gelek pirsgirêkên civakî bûye heta ku bûye sedem dest ji xwendina zanîngehê berde.

Sevînç destnîşan kir ku ew weke helwesta xwe nîşan bide muzika xwe çêdike û wiha behsa çîroka jiyana xwe kir: “Ev 10 sal in bi karê muzikê ve mijûl dibim. Ji zarokatiya min ve, sendromeke norolojiyî bi min re heye. Navê wê sendroma touretteyê ye. Ji ber nenaskirina vê sendromê gelek pirsgirêkên min ligel civakê çêbûne û berberiyek di navbera min û civakê de berdewam e. Ji ber sedemên pirsgirêkên min ên bi civakê re hene, min dest ji xwendina zanîngehê berda û biryar da bi temamî bi muzikê ve mijûl bibim. Şerê min û civakê hebû, ez neçar bûm li şûna xwendinê, ewil jiyana xweasayî bikim û bikarim bijîm. Herwiha keyfa min jî gelek ji muzikê re dihat, lewma min dest xwendina zanîngehê berda. Di eslê xwe de muzika min weke helwestekê ye li hemberî civakê.”

Bi gotina Sevînç dema stranan dibêje yan jî dema amûreke muzikê lêdixe tîka wî ya ji ber sendroma touretteyê namîne û ew wiha pê de diçe: “Di nav civakê de, her kes dikare her karî bike, lê dema kesek wek min tiştekê bike mirov bi cih de hestiyar dibin û dibêjin ‘çiqas baş e û kesekî serkevtî û şirîn e.’ Bi rastî ez ji vê nêrînî êdî aciz dibim. Eger muzikê nekim, min weke kesekî seqet û astengdar dibînin. Dema muzikî çêdikim vê carê jî dibêjin helal be ji te re, woooww gelek super e, bi nezanîn te ji civakê dûr dikin. Çimkî li ba wan kêmasiyê te hene û tu nikarî her tişt bikî, mirov wisa difikirin.”

Sevînç dibêje ku bêguman ew dixwaze xelk muzika wî biecibînin, lê ne ji ber ku bi wî re sendroma touretteyê heye, bila tenê li gor muzika wî nirxandinê bikin.

Derbarê xebata xwe ya muzikê de jî Sevînç diyar kir ku ew niha tenê karê muzikê ve mijûl dibe û got: “Min destpêkê bi tirkî dest bi muzikê kir, lê pêştir bi temamî dest ji muzika tirkî berda û niha stranên Kurdî amade dikim û dibêjim. Ez dixwazm bi zimanê dayîkê muzikê bikim.”

Hunermendê Kurd da zanîn ku 7 stran amade kirine, lê tenê du stranên ku wî bixwe awaza wan çêkiriye xistiye nav albuma xwe û got: “Albûm ji 8 stranan pêk tê. Min berî 4 mehan dest bi amadekirina albûmê kir. Dostekî xelkê Sêrtê bû sponsorê albûmê. Albûmeke serbixwe ye. Min helbestekî Baba Tahirê Uryan û helbestekî Elî Herîrî kiriye stran. Hem stranên min amade kirine û hem stranên din motifên kevneşopiya çanda Kurdî lixwe digirin, lewma min navê albûme weke Bîr danî.

Seyîdxan Sevînç herwiha anî ziman ku ji bo Botî ye xwestiye stranekê ji herêma Botanê jî tevlî albûma xwe bike û strana Rûbaro gotiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst