Mîhrîcana Cîloyê dest pê kir

10-08-2024
RÛDAW
Nîşan Mîhrîcana Cîloyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gever a Colemêrg a Bakurê Kurdistanê 6emîn Festîvala Cîloyê dest pê kir.

Mîhrîcana Cîlo û Satê ku îro dest pê kir dê 2 rojan berdewam bike.

Çiyayê Cîloyê ku xwedî xwezayeke bedew û balkêş e, serê çiyê hîn bi berf e.

Golên Cemedê yên Satê yên li Çiyayê Cîloyê bi xwezaya xwe bala geştyaran dikişîne ser xwe.

Mîhrîcana ku ji aliyê parêzgariya Colemêrgê ve tê lidarxistin ji bilî bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji Başûrê Kurdistanê û derveyî welat jî bi hezaran kes beşdarî mîhrîcanê dibin.

Di çarçoveya mîhrîcana ku îro dest pê dike û sibê bi dawî dibe de, beşdarên mîhrîcanê ji doh bi şev ve dest bi vekirina konan kirine.

Herwiha çarçoveya fetîvalê de gelek çalakiyên cuda yên wekî candî, hunerî û werzişî tên lidarxistin.

Îsal Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî beşdarî mîhrîcanê bû.

Cih nedan hunermedên Kurd

Li aliyê din, li gorî bernameya mihrîcanê dê gelek konser jî bên lidarxistin lê ji bilî Şiyar Yaşar cih nedan hunermend û stranbêjên Kurd.

Stranbêjên wekî Aydilge, Buray, Emre Aydin dê di mîhrîcanê de konseran li dar bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst