Serdar Canan dê li Japonyayê rêze konseran li dar bixe

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Serdar canan dê bi hunermendên Japonî re li Japonya ji bo diyasporaya Kurd û Japoniyan rêze konseran li dar bixe.

Serdar Canan ji Rûdawê re ragihand ku ew dê di Îlona bê biçe Japonyayê û li wir çend konseran li dar bixe û stranên Kurdî pêşkêş bike.

Herwiha hunermendê Kurd got ku ew cara çaremîn e diçe Japonyayê û vê carê dê cuda be, ji ber ku ew dê ne tenê konseran li dar bixe, di heman demê de dê workshopan jî li dar bixe û bi hunermendên şanoya Japonî re karên hevbeş ên muzîkê û şanoyê pêşkêş bike.

Canan diyar kir ku li Japonyayê di konserên wî yên berê de Kurdên diyasporayê û xelkê Japonyayê beşdarî konserên wî bûne.

Canan diyar kir ku kurd û dîasporayên Japonî berê xwe dane konserên wî yên li Japonyayê

Serdar Canan hêvî dike ku bêtir Japonî beşdarî konserên wî bibin da ku muzîka Kurdî nas bikin.

Serdar Canan dengbêj û stranbêjekî Kurd ê ji bajarê Colemergê yê Bakurê Kurdistanê ye.