Yek ji hunermendên navdar ên Kurdistana Sor: Xelîlê Evdile

10-05-2021
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Xelîl yekemîn melodiya xwe di 19 saliya xwe de; sala 1959an li Radyo Erîvanê tomar dike
Xelîl yekemîn melodiya xwe di 19 saliya xwe de; sala 1959an li Radyo Erîvanê tomar dike
Nîşan Xelîlê Evdile Kurdistana Sor Kurdên Sovyetê
A+ A-

Krasnodar (Rûdaw)- Xelîlê Evdile yek ji hunermendên navdar ên Kurdistana Sor e. Behremendî û huner ji Xelîlê Evdile re ji bav û bapîrê wî mîrat maye.

Ev melodiya diltezîn, ku çendîn sal ji bilûra Xelîlê Evdile li ser  pelên Radyoya Erîvanê diherikiya mala her kurdekî, îro li deştên  berfgirtî yên Rûsyayê bilind dibe.

Siyabendê kurê Xelîlê Evdile, piştî mirina bavê xwe, mala xwe ji  Azerbaycanê bar kiriye,  aniye Rûsyayê. Siyabend îro di nav kurdên  Sovyetê de weke hunermendekî qedirgiran tê naskirin.

Xelilê Evdile sala 1940 li sirguniyê - li Qirqizistanê hatiye dinê.  Malbata wî du sal berê, ji Ermenistanê ajotibûn beyabanên Asya Navîn.   Û dema Xelîl 4 salî bû, malbata wî jinûve vegeriyabû Ermenistanê.

Hewesa wî bo muzîkê re, hê ji zarotiyê de destpê bûbû, û di 11 saliya  xwe de ew êdî bi bilûr û fîq melodiyan dijenî.

Dema ku Xelîl weke bilûrvanekî profesyonel  bûbû endamê koma  hunermenda navdar Sûsîka Simo, temena wî hêj ne gihîştîbû 18 salî.

Xelîl yekemîn melodiya xwe di 19 saliya xwe de; sala 1959an li Radyo  Erîvanê tomar dike.

Jixwe, hunermendiya Xelîl ya profesyonelî jî, ji wê demê destpê dike.

Di encamê de li Radyo Erîvanê ti hunrmend nemabû, ku stranê xwe bi  jenîna Xelîl tomar nekiribe.

Sîmîzar, bûka Xelîlê Evdile, ku bi xwe jî çendîn sal di beşa kurdî ya  radiyo Azerbaycanê de ked daye, bi gazin e ku ta niha dezgehên  ragihandinê yên kurdî giringiya pêwîst nedane Xlîlê Evdile.

Melodiyên ku bi jenîna Xelîlê Evdile li Radyo Erîvanê  hatine  tomarkirin, ji 100-î zêdetirin. ji bilî wan, ew, weke bestekar jî  melodiyan şêdikir, û aranjeriya stranan dikir. Sala 1978-an di  Festîvala Neteweyan a Lenîngradê de weke bilûrvanê solîst, wî xelata  duyemîn wergirtibû.  Koma Govendê ya bi serkariya Xelîlê Evdile bi  berdewamî li Komarên Qafqaqasya û Asya Navîn derdiketin tûrneyan.

Behremendî û huner ji Xelîlê Evdile re ji bav û bapîrê wî mîrat maye.  Bavê wî Evdileyê Ebîl dema xwe de bilûrvanekî navdar bûye. Bapîrê wî  jî bi jenîna tulum, an ku dizgar dihat naskirin.

Xelîlê Evdile pir dixwast ku kurên wî jî şopên bav û bapîran bajon.

Lê ji sê kurên wî, bi tenê Siyabend şopa bavê xwe meşand.

1989-ê riya penaberiyê jinûve ji Xelîlê Evdile re diyar dibe. Wî, ji  ber şerê Qerebaxê mala xwe dibe Azerbaycanê. Û çawa ku li penaberiyê  hatibû dinyayê, sala 1991-ê li penaberiyê jî, ji vî dinyayê koç dike.

Hesenê 11 salî neviyê birayê Xelîl e.

Hesen bi behremendiya xwe ve her kesî heyran dihêle. Lewma jî malbata  Evdila xwe bextewer dibîne, ku li Rûsyayê be jî,  nêrîta kal û bavan  êdî winda nabe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst