Helbestvanê Kurd Ehmed Dilzar koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvanê navdar ê Kurd Ehmed Dilzar ku beşdarî Şerê Cîhanî yê Duyem bûbû, di 101 saliya xwe de koça dawî kir.

Liqa Hewlêrê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd di daxuyaniyekê de aşkere kir, “Em bi êş û xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya helbestvanê mezin û têkoşer mamoste Ehmed Dilzar radigihînin.”

Di daxuyaniyê de hatiye, “Mamoste Dilzar, ne tenê helbestvanekî navdar û têkoşer bû, lê hemû jiyana xwe ji bo xebat, kurdayetî û xizmetkirina edeb û kultura Kurdî bir serî.”

Roja 13ê Cotmeha 2019an, Helbestvan Dilzar di hevpeyvînekê de li gel Rûdawê, derbarê beşdariya Kurdan di Şerê Cîhanî yê Duyem de axivî û ew gotinên Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump red kirin ku gotibû Kurdan di Şerê Cîhanî de alîkariya Hevpeymanan nekiriye.

Ehmed Dilzar di bersiva bo Donald Trump de gotibû, “Kurd beşdarî Şerê Cîhanî yê Duyem bûne û di şer de jî gelek qehreman bûn.”

Helbestvan Dilzar herwiha gotibû, Donald Trump ji ber wê yekê dibêje Kurd beşdarî şer nebûne, ji ber ku ew wê demê jidayîk nebûbû û “zanyariya wî nîne.”

Helbestvan Dilzar

Navê wî Ehmed Mistefa Mihemed Axayê Hewêzî ye û sala 1920an li Koyeya Hewlêrê jidayîk bû û  sala 1929an li Koye dest bi xwendinê kir.

Sala 1937an bo cara yekem dibistana navendî li Koyê hat vekirin û Ehmed Dilzar jî çû wê dibistanê.

Roja 28ê Sibata 1943 Helbestvan Dilzar bû serbazê Artêşa Iraqê û 1959an jî bû endamê Yekîtiya Edîbên Iraqê.

Helbestvan Dilzar sala 1970an wek endamê yekem Desteya Rêveberî ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd hat hilbijartin.

Dawîn hevpeyvîna Helbestvan Ehmed Dilzar roja 13ê Cotmeha 2019an li gel Tora Medyayî ya Rûdawê bû.