Pêşangeha ArtAnkarayê: Huner, moda û wênegirî bi hev re

10-03-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw - AA
Wêne: Rûdaw - AA
Nîşan ArtAnkara Pêşangeh
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - 10emîn Pêşangeha Hunera Hevdem a Navneteweyî ya Enqereyê ku wekî ArtAnkara jî tê zanîn bi rê ve diçe.

Di pêşangeha îsal de ji 42 welatan nêzîkî hezar û 500 hunermend beşdar in.

Di Pêşangeha Hunera Hevdem a Navneteweyî de 152 galeriyên hunerî jî amade bûn û bi giştî 8 hezar berhem hatine nîşandan.

Cilên 3 mankenan bi destê dîzayenerekê hatine dirûtin ku wê îlhama xwe ji tabloyên serdema ronesansê wergirtiye.

Gelek standên hunerî yên li 10emîn Pêşangeha Hunera Hevdem a Navneteweyî Enqereyê li benda hunerhezan in.

“Huner, moda û wênegirî di heman demê de”

Manken Elena Cansu Yildirimê got, "Em tabloyên sedsala 18emîn zindî dikin.

Dîzaynera me Selen Erdogan e. Cil û bergên wê demê hatine amadekirin.

Konsepteke wisa ye ku hem huner hem wênegirî, hem jî moda bi hev re ne." 

ArtAnkara ango Pêşangeha Hunera Hevdem a Navneteweyî ya Enqereyê îsal ji 42 welatan bi beşdariya nêzîkî hezar û 500 hunermendî, hebûna 150 galerî û 8 hezar berhemî li Enqereyê tê lidarxistin.

Hunermend Tanya Angelovayê wiha anî ziman, "Ez gelekî kêfxweş im ku beşdarî vê pêşangehê bûme.

Ji ber ku bi rastî ev cara yekem e têm, berê min derbarê wê de tiştek nedizanî.

Li pêşangehê, min hunermendên cuda û galêriya cuda dîtin.

Herwiha surprîza xweş hebû û tabloyên tijî derbirîn ku bi tevahî ciyawaz in û kêfxweşiyeke mezin didin.

Ji bo min şanazî ye ku li vê derê me ji bo nîşandana karê xwe ku bi tevahî hunera abstrakt e.

Ez hunermendeke Fransî me, li Parîsê kar dikim û wekî hûn dibînin, bi tevahî abstrakt in li gel têkelbûneke hunera Fiba Artê."

“Pêşangeheke gelekî baş e”

Hunermend Zehra Soltaniyê got, "Ev cara duyem e ku ez li Enqereyê beşdarî çalakiyeke bi vî rengî dibim.

Karên gelekî bihêz hatine kirin. Pêşangeheke gelekî baş e û hunermendên gelekî bihêz ên li ser asta cîhanê naskirî, beşdar bûne.

Ji ber ku ez li Artvert û gelek cihên cîhanê geriyame û beşdarî pêşangehan bûme, karê ku li vir hatiye kirin karekî gelekî baş û bi kalîte ye.”

Di pêşengeha hunerî de zêdetir berhemên wênesaz û peykersazan cih digirin.

Xelkê diçe pêşengehê jî xwedî helwestên cuda ne ku rexne dikin û yên ku gelekî serkeftî dibînin jî hene.

“Ji bo muzîkê mîkrofonek jî nehatiye danîn”

Mêvanê pêşangehê Mîrhemed Seyîdnijad kêmasiyên pêşangehê wiha anî ziman:

Çend kêmasî hene, wekî mînak ez hem wênasaz û hem muzîkjen im.

Erê ji bo wêneyan cih heye lê ji bo ku em karê muzîkê bikin mîkrofonek jî nehatiye danîn.”

Mêvana pêşengehê Duru Ercivanê jî got, “Bi dîtina min gelekî baş e, fikir û helwestên cuda hene. Dewlemendiyek heye.”

Pêşangeha Hunera Hevdem a Navneteweyî wekî pêşengeheke navneteweyî cara yekem sala 2015an hatibû vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst