Nirxê hevaltî û dostaniyê di helbestên Seydayê Keleş de

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê helbestvanê Kurd Seydayê Keleş yek ji helbestvanên klasîk ên naskirî û hezkirî ye. Keleş helbestên sade û nazik dinivîsandin. Di helbestên xwe de nirxê hevaltî û dostaniyê pîroz dikir. Di vî warî de helbesteke xwe diyarî canê hunermendê hêja Mihemed Şêxo kiribû.

Seydayê Keleş ku di sala 1930î de ji dayik bû, yek ji helbestvanên naskirî yên Rojavayê Kurdistanê ye.

Keleş jiyaneke zehmet û di nav pêlên nebûnî û hejariyê de derbas kir. Lê dilê wî her bi eqşa welat û zimanê dayikê lê dida. Lewma wî her û her hewl dida bi zimanê xwe yê sade êş û janên xwe û miletê xwe bîne ser zar û ziman.

Keleş, ku dilê wî tijî vîn û dilovanî bû, bi rêya helbest û dîwanên xwe yên wek: Xebat - Em û Dijmin – Rêka Gel – Derdê Milet – Ronahî – Helebçe û Berbenag, nirxê hevaltî û dostaniyê bilind dibîne û gelek şînname û behînameyan diyarî canê hevalên xwe dike.

Seydayê Keleş ku sala 2007an ji nav me bar kir, hergav bi peyvên xwe yên nazik dost û hevalên xwe yên sazbend, hunermend, nivîskar û hozanvan bi bîr tîne û dixwaze wan ji jibîrçûnê biparêze. Li ba wî, dostanî û wefadarî nirxeke pir qedigiran e.

Di dîwana xwe ya şeşan (Helebçe) de, Keleş hunermendê payebilind û şalûrê xemgîn Mihemed Şêxo, Bavê Felek bi bîr tîne û hezkirin û qedirgirtina xwe jê re diyar dike.

Keleş di helbesta bi navê (Şîna sazbend Mihemed Şêxo) de wiha dibêje:

Birayê min kurê Şêxo Mihemed

Li ser te min keder xwarin hezar sed

 

Gelek mêr bû bi milet re dida soz

Ji bo mafê gelê xwe tim dikir doz

 

Dengê saza te hêja û bilind e

Te cih çêkir li her bajar û gund e

 

Tu çûye lê ji mer dengê te maye

Li cem Kurdan tevan giranbuha ye