Hunermendê mezin ê Kurd Mihemed Şêxo hat bîranîn

09-03-2020
RÛDAW
Îro salvegera wefata hunermendê navdar Mihemed Şêxo ye
Îro salvegera wefata hunermendê navdar Mihemed Şêxo ye
Nîşan Mihemed Şêxo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro salvegera wefata hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo ye, ku ew jî weke gelek hunermendên din, feqîr jiya û feqîr çû. Lê berhemên gelekî dewlemend li pey xwe hiştin.

Îro 31 sal di ser koça dawiyê ya hunermendê Kurd Mihemed Şêxo re derbas bûn, sal bi sal jî di 9ê Adarê de, ji gelek navçeyên Rojavayê Kurdistanê, xelk û nûnerên aliyên siyasî serdana gora Mihemed Şêxo li goristana Hilêliyê li nav bajarê Qamişlo dikin.

Hejmarek ji xelkê Qamişlo îro 9ê Adara 2020an berê xwe dan gora Mihemed Şêxo, jin û zarok li ser goran wî stranên wî gotin, tembûr bi xwe re birin, baqên gul û ala Kurdistanê li ser gora wî danîn.

Jineke Qamişlo dibêje, weke rêzgirtinekê ji bo keda wî, ew hatine salvegera mirina wî bi bîr tînin.

Mihemed Şêxo di sala 1948an de, li gundê Xecokê yê bi ser bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê  jidayîk bûye û navê wî yê nasnameyî Mihemed Salih Şêxmûs e, û 9ê Adara 1989an ji nav me koç kir.

Mihemed Şêxo derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi kilam û stranan digot, guhdar û hezkerên wî bi guhdarîkirina deng û awazên wî di nav pêlên jiyaneke tijî kul û xem û kêf û şahî de diçin û tên.

31 sal in ku Mihemed Şêxo ji dinyayê bar kiriye, lê ew guldesteya ku li pey xwe hişt ku berhem û awaz û stranên wî ne, qet û qet ji nav xelkê bar nekirin û bi vê yekê jî ew herdem di dilê guhdar û hezkerên xwe de zindî dimîne.

Stranên Mihemed Şêxo mîna çemên herikî yên deşt û zozanên Kurdistanê, herdem nû ne û tucarî kevn nabin. Bi herikîna xwe dibin mîna pirekî di navbera nifşên nû û kevn de.

Mihemed Şêxo bêtirî 14 kasetan û nêzîkî 110 stranan li arşîva muzîka Kurdî zêde kiriye, ew weke kelemperekî li ber bayê evîna welat ji parçeyekî ber bi parçeyekî din ve diçû. Lewma hezkerên wî li her çar parçên Kurdistanê hene.

Mihemed Şêxo ango Bavê Felek bavê sê zarokan bû, Îbrahîm kurê Mihemed Şêxo yê mezin e, rengê bavê xwe biriye lê şansê wî nebû ku gelekî pê re bijî û jê têr bibe, xemxuriya Mihemed Şêxo ji kul û derdê milet re û binçavkirina dewleta Sûriyê jê re, derfet nedida ku ew di wî temenê xwe yê kurt de ku 41 sal derbas nekir, bi zarokên xwe şad bibe.

Sozeke Bavê Felekê bi Adarê re hebû. Wî kulek li kulên Adara ku ji Kurdan re tijî xweşî û ne xweşî ye zêde kir. Mihemed Şêxo di demekê de ku kurtepist li gelê wî hatibû qedexkirin, wî bi dengê bilind û bê tirs doza Kurdistaneke azad dikir, lewma hezkerên wî xebat û têkoşîna wî, herwiha zordariya ku derbas kiriye li berçav digirin û ne tenê biharan lê di hemû dem û demsalan de wî bi rêya stran û awazên wî, zindî dikin.

Her sal di roja bîranîna koçkirina Hunermendê Navdar Mihemed Şêxo de, hejmareke mezin ji xelkên Rojavayê Kurdistanê li gel rewşenbîr û nivîskar û hunermednan , li ser gora Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo dicivin û stranên wî distirên û gotarên cur bi cur li ser rol û keda wî pêşkêş dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst