Albûma Aynur Dogan li ser platformên dijîtal hat belavkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Albûma nû ya hunermenda navdar a Bakurê Kurdistanê Aynur Dogan bi navê Hedûr li ser hemû platformên dijîtal hat belavkirin. Albûma Aynur Dogan a nû ji 8 stranan pêk tê.

Aynur Dogan, albuma xwe ya bi navê “Hedûr - Solace of Time” li ser hemû platformên dijîtal belav kir.

Albuma nû ya hunermenda navdar a ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê Aynur Dogan, “Hedûr - Solace of Time” ku ji 8 stranan pêk tê, bi etîketa BGST Recordê hat belavkirin.

Aynur Dogan li ser hesabên xwe yên di torên civakî de ragihandiye, ku ew dê di meha Sibatê de rêzekonsêrtan saz bike û destpkê jî dê roja 17ê vê mehê (Çile) yekemîn konsêrta xwe li bajarê Lîl ê Fransayê saz bike.

Aynur Dogan herwiha di 25-26ê Sibatê te li Stenbolê, di 28ê Sibatê de jî li Enqerê û roja 3ê Adarê jî li Riha ya Bakurê Kurdistanê konsêrteke mezin saz dike.

 

Hunermenda Kurd, Aynur Dogan sala 1975 li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, sala 1992 diçe Stenbolê û li wê derê muzîkê bi awayekê akademîk dixwîne, herwiha di sala 2002an de yekemîn albuma xwe ya bi navê Seyir belav dike.

Aynur herî zêde bi strana Keça Kurdan tê naskirin. Wê hunermendê, albuma Keça Kurdan di sala 2004an de belav kir û di sala 2005an de jî albumên Bahar, Miraz û Nûpel belav kir.

Hunermend Aynur, di sala 2010 de albuma Rewend û sala 2013 jî albuma Hevra, ku ji aliyê dezgeha Sony Music ve hatin berhemanîn, belav kir.