Kazo û keça xwe stranek belav kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêzan Şîrvan stranbêja keça dengbêjê Kurd Kazo, berhemeke nû bi navê “Rizgano” belav kir di wê stranê de bavê jî ligel wê duetê dike.

Dengbêj Kazo ji Rûdawê ragehand, ew berheme ji gotin û awazên Şeroyê Biro ye û wî bixwe amade kiriye û Yaşar Başozdeş karê arajoriya wê kiriye.

Derhênerê Vîdeoklîpê jî  Zanyar Ozkan bûye.

Rêzan Şîrvan keça dengbêj Kazo dengbêj û stranbêje û ji Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye û xwedî hejmarek berhemên hunerî ye.

Hunermend Kazo di sala 1950an de li gundê Elmanis a Wanê hatiye dinyayê û xwedî hejmarek berhemên hunerî ye.

Kazo di malbateke dengbêj de hatiye dinyayê, Jiber vê yekê ku bi temenê zarokatiyê dest bi dengbêjî ya xwe kirîye. Bav û bapîrê Kazo jî dengbêj bûn.

Bapîrê Kazo di dîwana Ecemê Kinê û Zor Huseyn Paşa de dengbêjî kirîye. Kazo di temenê ciwanî ya xwe de bi dengbêjê wek Hecî Evdilkerîm û wekê Tahiro re sitrana gotiye û bi alîkariya van dengbêja gelek albûmên xwe çêkirî ye.

Dengbêj Kazo bi dengbêj Mihemed Arîfê Cizîrî û dengbêjê Radyo ya Êrîvanê bi bandor bûye.

Dema di sal 1990'de li Bakûrê Kurdistanê qedexe li ser mûzîka Kurdî rabû bi navê Koma Şîrvan komek muzîkê avakir. Endamên komê bi giştî ji malbata Kazo bû. Di vê pêvajoya de 26 albûm derxist.

Di sala 1983an de Hunermed Şivan Perwer strana Kazo bi navê "Delalîke Dilê Mino" di albûma xwe ya bi navê "Bilbilo-Ferz" de got.