Hunermend Rewşan albûma xwe ya nû bi navê Tov belav dike

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda Kurd Rewşan, duyem albûma xwe ya bi navê Tov belav dike.

Rewşan, bi şîroveya xwe ya taybet û bi albûma xwe ya yekemîn 'Ax Lê Wesê' bala guhdaran kişandibû, niha jî bi albûma xwe ya duyemîn TOV, koleksiyoneke cûda diafirîne.

Di vê albûma nû de cih bi rewşenbîr û hunermendên kurd ên navdar ên weke, Kamuran Elî Bedirxan, Fêrikê Ûsiv û Aram Tigran û herwiha bestekarên weke Ahmet Kaya û Mirady tê de cih digirin û bi vê yekê jî awazeke nû ya Progresîf Folk hatiye avakirin.

Derhêneriya muzîk û aranjeyên albûmê ji aliyê Hakan Gurbuz ve hatiye çêkirin. Gurbuz li ser albûmê û armanca wê dibêje, “Dema li dinyayê festîvalên mûzîkê çêdibin, stranbêjekê dibe ku we mest bike; ne hewce ye hûn ji zimanê wê/wî fêhm bikin... Gerdûniya mûzikê jî qey ne ev e? Em jî weke mûjîkjenên ku xwedî hezaran cure melodî ji axa wî şîn dibin, divê bikaribin di van festîval û qadên navnetewî de bi mûzika xwe ve beşdar bibin.”

Ew albûm, bi amûrên kevneşopî û modern ve hatiye sazkirin, cureya albûmê Progresif Folk e (muzîka gel ku ji bo pêşveçûnê guncav e) û ew di kategoriya 'Muzika Dinyayê' tê hesibandin.

Di albûma Tov de 10 stranên Kurmancî cih digirin. Yek ji taybetmendiya vê albûmê ew e ku, Rewşan cara yekemîn stranên xwe jî parve dike. Herwiha ev albûm, roja Îniyê, 10ê Çileya 2020, li ser hemû platformên dîjîtal û marketên muzîkê cihê xwe digire. Konsera yekemîn a danasîna Tovê, dê 29ê vê mehê li Moda Sahne ya Stenbolê bê kirin.

Hunermend Rewşan li navçeya Tetwan a Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Beşa Şêwirmendiya Derûnî ya Zanîngeha Enqerê temam kiriye. Mastera xwe jî di warê Lîstîkvaniyê de li Zanîngeha Bahçeşehîrê pêk anî.