Dîplomatekî Kurd li Neteweyên Yekbûyî pêşangehekê vedike

Hewlêr (Rûdaw) – Li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a Nairobiyê bi serperiştiya Balyozê Iraqê li Kenyayê Burhan Caf pêşangeha bi navê “Ji Objektîfa Dîplomatan Kenya” vedibe.

Balyozê Iraqê li Kenyayê Burhan Caf ji Rûdawê re diyar kir ku biyar e di 10 Kanûna 2019an de bo heyama sê rojan pêşangeha wêneyan a bi navê “Ji Objektîfa Dîplomatan Kenya” li paytexta Kenyayê bajarê Nairobi bê vekirin.

Dîplomatê Kurd Burhan Caf da zanîn ku heman pêşangeh pêştir li çend bajarên Kenyayê hate vekirin û vê carê li avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Nairobiyê vedibe.

Derbarê pêşangehê de Burhan Caf dibêje: “Min ev projeya xwe li her welatê ku weke diplomat kar kiriye pêk aniye. Ez dixwazim bi proje û karên bi vî awayî di navbera çandan de bibin pirek. Ji bilî kokteyl û rewresmên fermî bi dikarin bi projeyên kulturî jî roleke girîng werbigrin.”

Burhan Caf diyar kir ku li her welatekê teqez bûyerên xirab jî û bûyerên erênî jî rû didin, lê armanca wan a sereke ew tiştên baş bidin xuyandin.

Caf destnîşan kir ku piştî êrişa di 15ê Çileya 2019an de li dijî oteleke Nairobiyê rewşa bajêr hinek hate guhertin û got: “Piştî wê bûyerê xemgîn wan ji xwe re got ku divê ew ji bo welatî tiştekê bikin. Me bi vê mebestê projeya xwe bicih kir.”

Dîplomatê Kurd da xuyandin ku ev projeya wî ji yên pêştir cudatir e, û wiha pê de çû: “Me dahata pêşangehê bo 3 saziyên sivîl bexşand. Ji wan saziyan yek hevkariya kesên bi temên dike, yek di warê perwerdeyê de alîkariya zarokên bêkes dike. Her saziya din jî dê li bajêr kursa kamera û wênekeşiyê pêşkeşî ciwanan bikin.”

Burhan Caf da zanîn ku 35 balyoz beşdarî pêşangehê bûne û wiha axivî: “Ji bilî balyozan karmendên konsulxaneyan û hejmareke diplomat jî beşdar bûn. Herwiha du fotorafer bi navûdeng ên Kenyayê jî beşdar bûn. Ev der welateke xweş e, û ji bilî sirûşta wê ciwan, ji aliyê kulturî ve jî dewlemend e.”

 

Balyozê Iraqê li Kenyayê herwiha diyar kir ku ew dixwaze li Hewlêrê jî bi wî awayî pêşangehekê saz bike û got: “Li Kurdistanê jî cihên balkêş hene û teqez li wê derê jî diplomat geştan dikin û menzereyên balkêş dibînin.”

Burhan Caf salek û nîv e weke Balyozê Iraqê li Kenyayê kar dike.

Caf 10 salan li Parlamentoya Ewropayê nûnertiya Kurdistanê kiriye û di navbera 2010 û 2015an de weke Balyozê Iraqê li Yûnanistanê kar kiriye.