Pirtûka ‘Mîtolojî û Baweriyên Gelêrî yên Botanê’ derket

08-11-2024
RÛDAW
Nîşan Botan Şirnex Mîtolojî û Baweriyên Gelêrî yên Botanê Hakim Zeyrek Weşanên Avestayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka lêkolîner Hakim Zeyrek a bi navê Mîtolojî û Baweriyên Gelerî yên Botanê derket.

Lêkolîner Hakim Zeyrek li herêma Botanê navçe bi navçe, gund bi gund û zozan bi zozan li hemû deveran geriyaye, “baweriyên gelêrî ” yên vê herêmê berhev kirine û ketiye dû şopên mîtolojîk ên herêmê.

Hakim Zeyrek, bi xwe ji Şirnexê ye û beriya çar salan li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê li ser mijara “Baweriyên Gelêrî yên Devera Şirnexê” dest bi masterê kir û 4 salan lêkolina xwe domand.

Piştî teza wî qediya wî, mijar û çarçoveya lêkolîna xwe berfireh kir û bi navê “Mîtolojî û Baweriyên Gelêrî yên Botanê” ew çap kir. 

Berhem, ji aliyê Weşanên Avestayê ve hat çapkirin.

Hakim Zeyrek ji Rûdawê re diyar kir ku vê lêkolînê cih daye "hemû olên herêmê yên wekî Îslamîyet, Mesîhatî, Êzidayetî û Cihûtiyê û bi awayekî bêalî û zanistî xebat li ser wan kiriye" û bal kişandiye ser kodên wan ên senkretîk.

Yek ji taybetmendiyên xebatê ew e ku tiştên hatine berhevkirin ji lîteratureke xurt piştgirî standiye û dewsa wan baweriyan heta serkaniya wan hatiye ajotin, dirûvên wan ên arkaîk, hiş û binhişê ku ew bawerî jê derketine hatine kifşkirin.

Baweriyên gel ên derbarê nezer, mirin, zewac, zayîn/zarokbûn, efsûn/majî, şîn, cejn û rojên pîroz, afirandin, baweriyên kozmîk, hejmar, tiştên bêyom, remil, xweza, hewa, memorat, dermanên Kurmancî, germav û giravên şîfa, falikên jinikan, gorên ziyaretgahan hwd. di lêkolînê de cih girtine.

Pirtûk ji 8 beşên sereke pêk tê û ji ber ku herêma Botanê, navenda Tofana Nûh e pirtûkê, di beşekê de seranser cih daye mijara “Baweriyên derheqê Tofana Nûh de".

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst