Hejmara nû ya Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derket!

08-11-2023
RÛDAW
Nîşan Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya 17an derket pêşberî xwendevanan.

Kovara ku ji çar mehan carekê tê weşandin her hejmar cih dide dosyeyeke taybet û nivîsên têkildarî derûnnasiyê yên curbicur.

Edîtoryaya kovarê di vê hejmara Psychology Kurdî ya nû de dîsa cih daye mijareke girîng ku navê dosyeyê "stres"ê.

Di vê hejmara nû de naverok bi bî awayî ye:

Stresa girêdayî hevdîtinan a bi wan kesan re ku şiştî şer, komkujî yan jî bûyerên din ên ekstrem trawmatîze bûne: Prof. Dr. Dr. Jan Ilhan Kizilhan, Wergera ji îngilîzî: Bîlal Oztunc.

Stres bi Awayekî Berfireh: Psîkiyatrîst Azad DILDAR.

Hevpeyvîn bi Prof. Dr. Hamid Boztaş re: Wergera ji tirkî: Aydin Rengîn.

Stresê Azmun Domanan Sero Senê Probleman Kenê ya: Şêwirmendê Derûnî Erdal Gul.

Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê û Xizmeta Civakî: Pispora Xizmeta Civakî Gulperî Gunduz.

Nexweşiya Serdema Nûjen; Stresa Dîjîtal: Şêwirmendê Derûnî Enver Îlerî.

Stresa Mêtînbûnê; Xwebûn an jî Jixwerevîn: Derûnnas Hoşeng Nizarî

Analîza Fîlmê Birayên Leyla di Çarçoveya Stresê de: Derûnnas Fatma Zehra Gemî.

Rola Hezkirin û Lîstikê li ser Stresa Zarokan: Şêwirmenda Derûnî Gulbeyaz Bozan û Şêwirmendê Derûnî Elîxan Bozan.

Stresa Takekesên Astengdar û Malbatên Wan: Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab Şehîn.

Gengaziya Têkiliya Frenolojiyê li ser Sînorên Polonya û Ewropayê: Derûnnas Yusuf Siyahtaş.

Gelo Dîtin û Gotin Dibe Yek? Derbarê Terapiya Şahidiyê Çend Çavdêrî û Pêşniyazek:Pisporê Xizmeta Civakî Serkan Delîdere.

Derûnnasiya Fêrbûnê: Derûnnas Ceng Yîgît.

Dahûrîna Bergiriyê: Derûnnas Mehmet Alî Erol.

“Derûnnasî” wekî Stratejiyeke Kedîkirinê: Bariş Ozkul, wergera ji tirkî: Abdulsittar Ozmen.

Pirs û bersiv bi Firat Cewerî re.

Termên Derûnnasiyê: Psychology KURDÎ

Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî kete 8 saliya xwe

Wekî ku tê zanîn Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî ji sala 2016an vir ve xebatên xwe didomîne û bi vê hejmara 17an jî kete 8 saliya xwe.

Kovara ku di ban banê Avestayê de weşanê dike bi edîtoriya Abdulsittar Ozmen, Siyabend Aslan, Samed Dogan, Leyla Turhan û Gulperî Gunduz ve tê birêvebirin.

Xwendevan dikarin hejmara nû ya Psychology Kurdî û hejmarên wê yên dîtir ji malpera www.avestakitap.com, ji malperên dîtir û ji pirtûkfiroşan peyda bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst