Pirtûka Rizgar Elegez ‘Xunçeyên Heyamê’ hat belavkirin

08-10-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka Rizgar Elegez a ji helbestan pêk tê “Xunçeyên Heyamê”  ji Weşanên Avestayê derket û niha li ber destê xwînerên xwe ye.

Weşanxaneya Avestayê berhema Rizgar Elegez a bi navê “Xunçeyên Heyamê” çap û belav kir.

Ji kitêbê beşek:

“Du kes hişyar in li vê şevê, li şev nîvê şevê;

Yek ez im ya din hemû hebûna te

Ne av hişyar e aniha ne jî belgek dilipite ji darê,

Şev ji pirtiyên xwe kirasan li min dike ji rengên xwe,

Yadgarên rûnak wekî stêrk li ser belav dike.

 

Du kes hişyar in li vê şevê;

yek ez im ya din hemû peyvên te,

Ne dem hişyar e anaha ne jî çirkek dibişkive ji kêliyê

Zeman xalî ye mekan xalî xunavek evîn dibare di xêla kîp

her sermedî lê jiyan dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst