Aram Tîgran 15 sal berê xatir xwest: ‘Kurê min Kurdan ji bîr meke’

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê mezin ê Kurdîbêj Aram Tîgranê ku bi eslê xwe Ermenî bû, sala 1934an li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû.

Aram Tîgran beriya niha bi 15 salan, 8ê Tebaxa 2009an li Yewnanistanê koça dawî kir.

Aram bi dengê xwe yê zelal û stranên xwe yên xweş di dilê gelê Kurd de kon vedaye.

Wî hem li ser evînê distrand û hem jî li ser serxwebûna Kurdistanê stranên nemir çêkirin.

Aramê Kurê Tîgran Melîkyan 15ê Kanûna Paşîn a1934an li Qamişloka Binxetê ji dayîk bû.

Aram, hîn 18 salî bû dest bi karê hunerî kir.

Aram bi dengê xwe yê hêmin û aram û kilam û stranên xwe yên nazik cihê xwe di dilê her Kurdekî de girt, nexasim ku wî her tim mîna bilbilekî dengzelal li ser xweza û serxwebûna Kurdistanê distirand.

Aramê Tîgran bi eslê xwe Ermenî bû lê xwe fedayî Kurd û Kurdistanê kir.

Dengê xwe û hunera xwe xistin xizmeta rûmet, azadî û serbestiya Kurdistanê.

“Kurê min Kurdan ji bîr meke”

Ew bi xwe li ser vê babetê wiha dibêje:

"Bavê min jî mîna gelek Ermeniyên din, sala 1915 di çaxê komkujiya Ermeniyan de, bi rêya Kurdan ji kuştina bi destê Tirkan hat rizgarkirin.

Ji bona wê jî her tim ji min re wiha digot: Kurê min qedir û qîmetê gelê Kurd zanibe, Kurdan ji bîr meke.”

Êdî Aramê şîrhelal jî bû semboleke zindî ya biratiya her du gelên Kurd û Ermenî û di asmanê huner û strana Kurdî de bû stêrkeke teyisî.

Aram û malbata xwe sala 1966an vegeriyan Ermenistanê û Aram li wir heta 1985an li Radyoya Êrîvanê ya Kurdî xebitî.

Piraniya stranên Aramê hestnazik resen û kûr in. Bi dengê cumbişa xwe û stranên xwe yên evîn û evîndariyê dilê xort û keçan dicoşand û her dem li ser bindestiya Kurdistanê û bextreşiya gelê Kurd dikaliya û zarezar dikir.

Stranên Çiyayê Gabaro, Bi Hesreta Êrîvanê, Şev Çû, Zimanê Kurdî, Ey Welato Em Heliyan û bi sedan stranên din ên Aram ku bêtirî 12 kasetan pêk tînin, bûne serweteke neteweyî ya gelê Kurd.

Aram li ser naveroka hunera xwe wiha digot:

"Gava em dibêjin huner, du wate ji hunerê tên ber çav: Ya yekê hunerê jê dertê marîfet û ya duduyan hunera sazbendî û kilambêjiyê.

Di nava van çend salan de hunerê rih daye min, nehiştiye ku ez zû kal bibim."

Aram Tîgran ku bavê kurekî û du keçan bû, sala 1990î de wekî penaber li Ewropayê hêwirî û roja 8ê Tebaxa 2009an li Atînaya paytexta Yewnanistanê çû ser dilovaniya xwe.

Aram dixwest li Amedê bê veşartin lê li bajarê Brukselê bi axa sar hat spartin.