Îro salvegera koça dawî ya Aram Tîgran e

08-08-2022
Besam Mistefa
Aram Tîgran
Aram Tîgran
Nîşan Aram Tîgran Koça Dawî Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermdê bi esil ermenî Aramê Tîgran, ku bi Kurdî stran gotin û li cem Kurdan dihate hezkirin berî 13 salan rojeke weke îro ji nav me bar kir.

Aramê Tîgran weke dilsoziyekî li hember gelê kurd ku malbata wî ji qirkirinê xilas kiribûn, heta dawiya jiyana xwe wefadarê kurd û Kurdistanê ma.

Aramê Kurê Dîkran Melîkyan di 15ê rêbendana 1934an de li Qamişloka Binxetê ji dayik bû. Hîn 18 salî bû dest bi karê hunerî kir. Aram bi dengê xwe yê hêmin û aram û kilam û stranên xwe yên nazik cihê xwe di dilê her Kurdekî de girt, nexasim ku wî hertim mîna bilbilekî dengzelal li ser siruşt û serxwebûna Kurdistanê stran digotin.

Aramê Dîkran bi eslê xwe Ermenî bû, lê xwe fidayî Kurd û Kurdistanê kir. Deng û hunera xwe xist bin xizmeta rûmet, azadî û serbestiya Kurdistanê. Ew bi xwe li ser vê babetê wiha dibêje: “Bavê min jî mîna gelek Ermeniyên din, di sala 1915an, di çaxê komkujiya Ermeniyan de bi riya Kurdan ji kuştina bi destê Tirkan hat rizgarkirin. Ji bona wê jî hertim ji min re wiha digot: Kurê min qedir û qîmetê gelê Kurd bizanibe, Kurdan ji bîra neke.”

Êdî Aramê şîrhelal jî bû semboleke zindî ya biratiya herdu gelên Kurd û Ermenî û di esmanê huner û strana kurdî de bû stêrkeke teyisî. Di sala 1966an de Aram û malbata xwe vegeriyan Ermenistanê û li wir heta 1985an li Radyoya Erîwanê ya Kurdî xebitî.

Piraniya stranên Aramê hestnazik resen û kûr in. Bi dengê cumbişa xwe û stranên xwe yên evîn û evîndariyê dilê xort û keçan dicoşand û herdem li ser bindestiya Kurdistanê û bextreşiya gelê Kurd dikaliya û zarezar dikir. Stranên Çiyayê Gabaro, Bi Hesreta Erîwanê, Şev Çû, Zimanê Kurdî, Ey Welato Em Heliyan û bi sedan stranên din ên Aram ku bêtirî 12 kasetan pêk tînin, bûne serweteke neteweyî ya gelê Kurd.

Aram li ser naveroka hunera xwe wiha digot: “Gava em dibêjin huner, du wate ji hunerê tên ber çav: Ya yekê hunerê jê dertê marîfet û ya duduyan hunera sazbendî û kilambêjiyê. Di nava van çend salan de hunerê rih daye min, nehiştiye ku ez zû pîr bibim.”

Aram Tîgran ku bavê kurekî û du keçan bû, di sala 1990î de wek penaber li Ewropayê hêwirî û di roja 8ê Tebaxa 2009an de li Atînaya paytexta Yunanê çû ser dilovaniya xwe. Aram dixwest li Amedê bê veşartin, lê li bajarê Brukselê bi axa sar hat spartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst