Li ser televîzyona fermî ya Îranê strana Helebce û Enfalê

08-06-2020
RÛDAW
Gencekî Rojhilatî di bernameyeke televîzyona fermî ya Îranê de derbarê komkujiya Enfal û Helebceyê de stranek got
Gencekî Rojhilatî di bernameyeke televîzyona fermî ya Îranê de derbarê komkujiya Enfal û Helebceyê de stranek got
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Îran Enfal Helebce Mihemed Perwizî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gencekî Rojhilatê Kurdistanê, li ser televîzyona fermî ya Îranê, di pêşbirka dengî de li ser komkujiya Helebce û Enfalê stranek got û wê yekê li ser torên medyayî ya civakî deng veda.

Mihemed Perwizî yê xelkê Kamêran li parêzgeha Sineyê, li ser televîzyona fermî ya Îranê di bernameyeke ku gelek temaşevanê wê hene de strana bi navê “Nîştîmanim Bîrt Dekem”  (Min bêriya te kiriye nîştîmana min) a derbarê qurbaniyên Helebce û Enfalê de stranek got.

Ew strana ku behsa Komkujiya Enfal û zilma Sedam Hûsên a li hemberî Kurdên Başûrê Kurdistanê dike, hem ji aliyê lîjneya bernameyê ve û hem jî aliyên temaşevanan ve hat ecibandin û hemû di bin bandore wê de man.

Pêşbazê Kurd Mihemed Perwizî, berî ku dest bi strana xwe bike, qurbaniyên komkujiya Enfal û Helebceyê bibîr anîn.

Mihemed Perwizî got: “Ev strana ku ez bibêjim, behsa trajediya li Helebceyê bi ser Kurdan de hatiye û êşa komkujiya Enfalê ya qet neyê jibîrkirin dike. Ez vê stranê diyariyê Aydin Mistefa û dayikên bi hezaran şehîdan dikim.”

Strana Mihemed Perwizî gotî, li ser medyaya civakî gelek deng veda û gelek temaşevanan piştgiriya xwe bi wî nîşan dan.

Herwiha piştî ku Mihemed Perwizî strana xwe got, lîjneya bernameyê jî piştevaniya xwe nîşan da û ew derbasî qonaxa jortir bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst