Almanya - 10emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Rojavayê hat sazkirin
Dusseldorf (Rûdaw) - Hefteya borî li bajarê Wuppertalê yê Almanyayê 10emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê hat sazkirin.
Di festîvalê de 37 kesayetên çandî yên Kurdên diyasporayê ku ji hunermend, rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê pêk dihatin, amade bûn.
Di festîvalê de çend helbestvan beşdar bûn û helbestên xwe pêşkêş kirin.
Her wiha çend nivîskaran pirtûkên xwe yên herî nû dan nasîn, wekî din jî, hin çîroknivîsan çîrokên xwe vegotin û her wisa hin stranbêjan jî stran gotin.
Armanceke festîvalê bêtir nêzîkkirin û komkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê li derve û her wisa bêtir girîngîdana bi çand û hunera Kurdî bû.