Almanya - 10emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Rojavayê hat sazkirin

07-12-2024
Hêmin Ebdullah
Li Almanyayê Festîvala Çandu û Hunerê ya Rojavayê hat sazkirin/Wêne: Rûdaw
Li Almanyayê Festîvala Çandu û Hunerê ya Rojavayê hat sazkirin/Wêne: Rûdaw
Nîşan Almanya Festîvala Çandu û Hunerê ya Rojavayê
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Hefteya borî li bajarê Wuppertalê yê Almanyayê 10emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê hat sazkirin.

Di festîvalê de 37 kesayetên çandî yên Kurdên diyasporayê ku ji hunermend, rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê pêk dihatin, amade bûn.

Di festîvalê de çend helbestvan beşdar bûn û helbestên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha çend nivîskaran pirtûkên xwe yên herî nû dan nasîn, wekî din jî, hin çîroknivîsan çîrokên xwe vegotin û her wisa hin stranbêjan jî stran gotin.

Armanceke festîvalê bêtir nêzîkkirin û komkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê li derve û her wisa bêtir girîngîdana bi çand û hunera Kurdî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst