Helbestvanê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê li Îtalyayê xelata helbestê wergirt

07-11-2022
RÛDAW
Helbestvanê Kurd Dr. Mihemed Reşo
Helbestvanê Kurd Dr. Mihemed Reşo
Nîşan Dr. Mihemed Reşo Helbest Xelat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û helbestvanê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Dr. Mihemed Reşo li Romaya paytexta Îtalyayê `Xelata Helbestê ya Deryaya Navîn` wergirt.

Dr. Mihemed Reşo ku di ehman demê de pizîşkê diranan e jî yek ji nivîskar û helbestvanên navdar ê Efrînê ye û weke piraniya kesayetên Rojavayê Kurdistanê neçarî koçberiyê bû û niha li Holandayê dijî.

Helbestvaê Kurd Dr. Mihemed Reşo heta niha gelek dîwanên helbestan û çîrokan weşandine.

Reşo herî dawî pirtûkeke kurteçîrokan a bi navê “Cokêr” belav kir û tê de behsa êşa welatiyên Kurd ên bajarê Helebê di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de dike.

Pirtûka Dr. Mihemed Reşo li Dar El-Beyda ya Mexribê di nava 50 pirtûkên nivîskarên seranserê welatên Ereb de ya herî baş hate hilbijartin û xelatkirin.

Pirtûka Cokêr a Dr. Mihemed Reşo her wiha li paytexta Îtaliya Romayê jî di pêşbirka îsal de xelata Derya Spî ya Naverast ji bo Helbestê wergirt.

Helbestvanê Kurd Reşo di derbarê xelatê de wiha got “Min du xelat stendine, di van çend heyvên çûndî de. Xelata yekem mili Casabalanka ya Fasê stend û ew jî ji bo kîtaba Cokêr bû. ew xelat tê belavkirin ji bo çîrokên biçûk ên ku tên nivîsandin li dewletên Erebî, bixwe ez bi Erebî dinivîsînim. Ew dixwazin qîmeteke mezintir bi çîrokên biçûk bidin, ji xwe qîmetek heye ji helbes û romanan re. Çîrokên vê kîtabê li  ser helebê ne di dema şerê dawiyê de bi taybet di navbera salên 2013-17 li ser ku şer çi bi jiyana mirovan kir e.

Xelata duyem a ku min stend ew jî li Romayê bû meh û nîvekê navê wê xelatê `Mediterranean Poetry Prize/ Xelata Helbestê ya Deryaya Navîn` û ew xelat tê belavkirin di 5-6 zimanên dûr ên Deryaya Navîn. Tiştên ku ew ji vê xelatê dixwazin pirtir diyalogege fireh çêbibe di navbera miletên bakur û başûrê Deryaya Navîn de.

Ev xelata ku Reşo li Romayê wergirtiye bi sponsoriya zanîngeh û saziyên çandî yên Ewropayê weke Zanîngeha Sapienza ya Roma, Komeleya Dante Alighieri, Akademiya Silvio D'Amico ya niştimanî ya şanoyê li Roma, Zanîngeha Piza, Zanîngeha Padova, Zanîngeha Lîl, Zanîngeha Durres û Zanîngeha Torino ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst