Romana Receb Dildar “Dojeh” hat belavkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Romana nivîskarê Kurd Receb Dildar a bi navê “Dojeh” ji Weşaxaneya Dara hat çapkirin.

Romana helbestvan û nivîsakr Receb Dildar “Dojeh” a derbarê zîndana Amedê de ku ji 104 rûpelan pêk tê, hat belavkirin.

Receb Dildar bîranînên xwe yên Zîndana Amedê kiriye roman.

Nivîskarê Kurd di xaleke romana xwe de dibêje: “Zindan, mirov dixîne, mirov dirizîne, tu dibî wek qalikekî pûç. Zindan, qada man û nemanê ye. Yan tu dê ji bo qurtek av û parîyek nan, fermanên wan bi cî bînî, yan jî canê te digrin. Îcar can şîrîn e, herkes nikare canê xwe teslîm bike. Ma em hemû ne wisa ne? Ma em hemû nebûne êsîrê canê xwe yê şîrîn? Em çi dikişînin, ji destê canê xwe dikişînin. Li vê derê, navê mêrxasîyê mirin e, mêrxasîyekî din pere nake.”

Receb Dildar di sala 1958an de li Amerê ji dayîk bûye û dibistana seratayî û navendî li heman bajarî qedandiye.

Di sala 1982an de bo heyama sê salan di Zîndana Amedê de dîmene û piştre ji karê xwe yê mamostetiyê tê dûrxistin.

Yekêm pirtûka helbestan a Receb Dildar di sala 2003ê de bi navê “Kewê Canê” derket. Herwiha 2 pirtûkên çîrokan jî belavkirine.