Justin Bieber govenda Sofî Omer parve kir

07-08-2022
RÛDAW
Nîşan Justin Bieber Sofî Omer Govend
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Stranbêjê navdar ê Kanadayî Justin Bieber videoya Sofî Omerê ji Şemzînanê ku bi dîlana xwe navdar e li ser hesabê xwe yê Instagramê parve kir.

Fenomenê medyaya civakî û Sergovendê Şemzînanî Sofî Omer bi govenda xwa bala stranbêjê navdar ê cîhana Justin Biber kişand.

Li ser hesabê Instagramê yê Bieber ku 253 milyon şopînerên wê hene, tê dîtin ku Sofî Omer li şûna muzîka govendê bi strana rapê govend digre.

Sofî Omer ket lîsteya herî zêde ya lêgerînê

Piştî parvekirinê bi hezaran şîrove li ser posta Bieber hatin nivîsandin û videoyên Sofî Omer ketin lîsteya herî zêde ya lêgerînê.

Parvekirina Justin Bieber li ser medya civakî deng da û di derbarê vê yekê de gelek şîroveyên wek “Di dilê Justin de Kurdbûnek heye”, “Justin dê di albûma xwe ya nû de govend bigre” hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst