Hevjîna Hesen Zîrek koça dawî kir

07-06-2023
RÛDAW
Nîşan Hesen Zîrek Rabîe Xan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rabîe Xan a hevjîna hunermendê navdarê Kurd Hesen Zîrek li bajarê Seqizê koça dawî kir.

Îro Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an Rabîe Xan a hevjîna dawî ya hunermendê navdar ê Kurd Hesen Zîrek di 78 saliya xwe de li nexweşxaneyeke bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir.

Rabîe Xan pêncemîn hevjîna Hesen Zîrek bû û 11 salan pê re jiyaye, heta mirina wî bi Hesen Zîrek re bûye.

Rabîe Xan par li Silêmaniyê beşdarî 50emîn salvegera koça dawî ya Hesen Zîrek bibû. Wê li ser hevnasîna bi Hesen Zîrek re gotibû ku di dawetekê de Hesen Zîrek û wê hev nas kirine û evîndar bûne û bi hev re zewicîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst