Xwediyê zêdetirî 900 helbestên niştîmanî nikare pirtûka xwe çap bike

08-06-2020
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Helbestvan Bavê Tarî ji ber kêm derfetiyê nikare helbestên xwe çap bike
Helbestvan Bavê Tarî ji ber kêm derfetiyê nikare helbestên xwe çap bike
Nîşan Bavî Tarî Helbestvan
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Helbestvan û hunermend Bavê Tarî yan bi navê xwe yê resen Siûd Husên  ev 40 sal in helbestên netewî dinivîse û dike sitran, lê ji ber destengiyê nikare helbestên xwe çap bike.

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê Bavê Tarî ji sala 1980an ve helbestên netewî dinivîse gelek caran ji helbestên xwe re muzîkê jî çêdike.

Bavî Tarî da zanîn ku wî herî dawî pirtûkek ku ji 61 helbestan pêk tê, bi navê “Sîwana Derdan” çap kiriye.

Bi gotina Bavî Tarî ne kêmî 900 helbestên wî hene, lê ji ber bê derfetiyê ew nikare çap bike, rewşa wî ya aborî ne baş e, lê bi hêvî ye ku rojekê helbestên xwe çap bike.

Helbestvanê Kurd dibêje piraniya helbestên li ser kurdayetiyê ne û her çend rêza wî ji aliyên siyasî re hebe jî, lê ji ber ew ne alîgirê ti aliyeke siyasiyê û ew kesekî serbixwe ye kes di warê aborî de jê re nabe alîkar ku pirtûkên xwe çap bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst