Rûdawê li bajarê Îzmîrê da pey şopa Dengbêj Eyşe Şan
Îzmîr (Rûdaw) - Dengbêj Eyşe Şan, di nav Kurdan de wekî “Şahbanûya Bêtaç”, “Eyşana Kurd” “Eyşe Xan,” “Eyşana Osman” û “Eyşana Elî” jî tê naskirin.
Ew him di saxiya xwe de him jî piştî mirina xwe bandoreke mezin dide ser dengbêjîyê, bi taybetî jî ser dengbêjên jin.
Tîma Rûdawê ya Stenbolê li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê ku ji mîlyonek zêdetir Kurd lê dijîn da pey şopa dengbêjeke bi nav û deng: Dengbêj Eyşe Şan.
Eyşe Şana ku pêşengî li dengbêjên jin kiriye salên dawî yên jîyana xwe li Îzmîrê derbas kirine û li wir çûye ser dilovaniya xwe.
Hamza Çalikkiliçê ku wekî Hemzeyê Panosî jî tê naskirin, li Îzmîrê salên dirêj e ku li ser jiyan û berhemên dengbêjan lêkolînan dike û bernameyan amade dike.
Niha bi qasî tê zanîn du dengbêjên Kurd ên bi nav û deng li bajarê Îzmîrê bi nax kirine.
Yek Dengbêj Şakiro ye, ya din jî dengbêja ku pêşengî li dengbêjên jin kiriye Eyşe Şana Kurdî ye.
“Eyşe Şanê di bin bandora bavê xwe de dest bi dengbêjiyê kir”
Lêkolînerê dengbêjan Hemzeyê Panosî got, “Eyşe Şan di bin bandora bavê xwe yê dengbêj de dimîne û dest bi dengbêjiyê dike.
Lewra bavê wê Dengbêj Osman e. Dîwanê wî gelekî giran bû. Hemû dengbêjên li ser dîwana wî kom dibûn û stran digotin.
Eyşe Şanê pêşî di nava gund de di civat û dawetan de dest bi dengbêjiyê kir.”
“Eyşe Şanê bandoreke mezin da ser jin û keçên Kurdan”
Hemzeyê Panosî diyar kir, “Dema klamên Eyşe Şanê li Radyoya Bexdayê belav dibin sewt û navê wê li tevahiya Kurdistanê û cîhanê belav dibe.
Klamên Eyşe Şan bandor li her kesî dikir. Bi taybetî jî wê bandoreke mezin da ser jin û keçên Kurdan.”
Dengbêj Eyşe Şan, sala 1938an li Amedê ji dayîk dibe. Li civat û dîwanxaneya bavê xwe Dengbêj Oman mezin dibe û ji bavê xwe hînê dengbêjiyê dibe.
Ew pêşî li gund di dawet û şahiyan de distirê. Eyşe Şan, di temenê xwe yê piçûk de tê zewicandin.
Ew li hemberî zordestiya mêran serî radike, dev ji mêrê xwe berdide û di sala 1963yan de li Radyoya Dîlokê bi Tirkî dest bi stranbêjiyê dike.
Lewra wê demê zimanê Kurdî ji aliyê dewletê ve hatiye qedexekirin.
Lê ew bi wêrekî bi serê xwe, ji Dîlokê berê xwe dide Stenbolê û li Unkapaniya navdar plakeke bi Kurdî û Tirkî amade dike.
Lê ji ber stranên Kurdî yên wek “Ximxima Torîvan” plaka wê tê qedexekirin. Ew ji neçarî sala 1972yan ber bi Almanyayê ve dibe sirgûnî.
“Mirina keça wê bandoreke xirab lê dike”
Hemzeyê Panosî li ser sirgûniya Eyşe Şanê ya Almanyayê wiha anî ziman, “Li Almanyayê keça wê ya 18 mehî dimire.
Mirina keça wê bandoreke xirab dide serê. Vedigere Tirkiyeyê. Ji bo muzîkê îcra bike berê xwe dide Îzmîrê.
Li vir bi nexweşiya pençeşêrê dikeve. Nexweşîya wê giran derbas dibe û di sala 1996an de canê xwe ji dest dide.”
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) dîmenên dawî yên Eyşe Şanê ji bo televizyona Med TVyê, di sala 1994an de li Îzmîrê bi wê re bernameyê amade dike.
Serokê wê demê yê NÇMyê yê Îzmîrê lêkolîner û nivîskar Mustafa Borak jî li pişt Eyşe Şan li tembûrê dide.
Mamoste Mustafa li gel hevjîna xwe Almas di demên dawî ya Eyşe Şan de jê re hevaltî û dostanîyê dikin.
“Ji bo min cihê şanaziyê ye ku bi hunrmendeke wiha re bîranîna min heye”
Lêkolîner û nivîskar Mustafa Borak wiha axivî, “Ev dîmena herî dawî ya Eyşe Şan e ku me girtiye.
Di bernameyê de herçiqasî tembûrvanê wê hebe jî xwest ku ez jê re li tembûrê bixim.
Ji bo min cihê şanaziyê ye ku bi hunrmendeke wiha re bîranîna min heye.”
Eyşe Şan li Almanyaya welatê xerîbiyê hew îdare dike. Demekê vedigere Tirkiyeyê lê li vir nikare debar bike.
Loma jî sala 1977an berê xwe dide Bexdaya paytexta Îraqê.
Li Radyoya Bexdayê, 2 salan dixebite û bi stranbêjên navdar ên wekî Mihemed Arif û Hesen Cizrewî, Tehsîn Taha, Meryem Xan û Îsa Berwarî re stranan dibêje û konseran saz dike.
Deng û sewta wê ya nermik, dilşewat û zîz li tevahiya Kurdistan û cîhanê belav dibe.
“Eyşe Şan wekî dayik, wekî jin û wekî hunermend gelekî hêja bû”
Almas Borak hevala Eyşe Şan got, “Em bi klamên Eyşe Şan mezin bûn.
Eyşe Şan wekî dayik, wekî jin û wekî hunermend gelekî hêja û baş bû. Hevaleka pir delal bû.
Wê deme wekî jin bi serê xwe gelekî eziyet kişand lê dengê xwe ji bo hemû Kurdan û dinyayê hişt.”
Wesiyeta wê nehat bicihanîn
Li gorî agahiyan Dengbêj Eyşe Şan, di sala 1981an de berê xwe dide Îzmîrê.
Tam 15 salan li Îzmîrê dimîne û di temenê xwe yê 58 salî de di 18ê Kanûna 1996an de ji welatê xwe dûr koça dawî dike.
Tevî wesîyeta Eyşe Şanê jî cenazeyê wê naşînin Amedê.
Dema ku Osman Baydemîr şaredarê Amedê ye hewl dide ku gora Eyşe Şanê ji Îzmîrê neqlî Amedê bike lê ji ber hin sedemên fermî hewla wî naçe serî.
Beriya demekê jî wêneyê Eyşe Şanê yê li ser gora wê ji aliyê kesên nenas ve tê rakirin. Hîn jî jî dewsa wêneyê wê vala ye.
Jiyana tijî serpêhatî ya Dengbêj Eyşe Şanê ku li Amedê dest pê dike li bajar û welatên cuda yên wek Cizîra Botan, Dîlok, Stenbol, Almanya û Bexdayê berdewam dike û herî dawî jî li bajarê Îzmîrê b idawî dibe.
Pêşenga dengbêjên jin
Lê Eyşe Şana Kurdî, bi sekna xwe ya jinane ya berxwedêr, bi jiyana xwe ya tijî êş, keder û sirgûnî, bi stran, klam û berhemên xwe tim di bîra civakê de zindî ye.
Ew pêşenga mezin a dengbêjiyê, hîn jî bandorê dide ser dengbêjan, bi taybetî bandorê li dengbêjên jin dike.