Erzerom dixwaze berhemên hiriyê hinardeyî derveyî welat bike

Hewlêr (Rûdaw) - Li  parêzgeha Erzerom a Bakurê Kurdistanê li atolyeya hiriya mîhan ji aliyê jinan bi hostayî tê veçirandin û bi teşiyan tê ristin. Bi wî benê ji hiriyê jî qûmaşê ehramê tê çêkirin û ev qûmaş bi tevahî xwezayî ye.

Rêveberê atolyeyê amaje bi wê yekê dide ku ev qûmaş navê xwe ji coreyekî kirasî dapîr û dayikan werdigre.

Rêvebera Atolyeyê Fatma Taşbaşi dibêje “Ev qûmaş ji ber bi tevahî ji hiriyê ye ligel keşûhewaya herêmê guncav e û havînê hênîke û zivistanê jî germ digre. Herwiha wek qûmaşekî taybet yê herêmê jî tê naskirin.”

Bi armanca zindîkirina kevneşopiyê ji vî qûmaşî berhemên cûda wek şal, tûrik, perde, boxçik, qilifê telefonan, xêlî û bo mêran jî êlek, kravat û cil û bergên corbicor tên çêkirin.

Fatma Taşbaşi got jî, “Di ti qonaxa çêkirin û bikaranîna vî qûmaşî de madeyê kîmyayî nayê bikaranîn. Bi her halê xwe zirarê nade mirov, ajel û xwezayê. Em di wê baweriyê de ne ku di sektora tekstîlê de cihekî girîng bigre.”

Qûmaşê ehram yê ji hiriyê yê Erzeromê di sala 2018an de ji aliyê Saziya Marke û Patentê ve nîşaneya erdnîgariyê wergirtiye û bi berhemên kevn û nû bo nifşê pêşerojê jî tê veguhestin. Tê armanckirin ku ev berhemên li atolyeyê tên amadekirin bo derveyê Tirkiyê jî bên firotin.