Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê dike: Fokûsa îsal LGBTQIA+ ye

Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala 14emîn a Fîlmên Kurdî ya Berlînê 9ê Çiriya Pêşîn a 2024an dest pê dike û fokûsa îsal a festîvalê LGBTQIA+ ye.

Festîvala 14emîn Fîlmên Kurdî ya Berlînê wekî ku ji navê xwe jî diyar e dê li Berlîna paytexta Almanyayê 9ê Çiriya Pêşîn dest pê bike û heta 15ê mehê berdewam bike.

Festîval dê li Sînemaya Babylon am Rosa-Luxemburg-Platzê ya Berlînê bê lidarxistin.

Li gorî malpera festîvalê, di çarçoveya bernameya festîvalê panel, ders û pêşangeh jî hene.

Her wiha dê gelek kesên navdar ên wekî Îsamîl Beşîkçî û derhênerê Swîsreyî yê xwediyê xelata Oscarê Xavier Koller, derhêner Fatin Kanat û Onder Înce jî beşdarî festîvalê bibin.

Festîval dê bi filma Sieger Sein (Serkeftî Be) a derhênera Kurd Solîn Yûsifê dest pê bike.

Malpera festîvalê da zanîn ku fokûsa îsal a Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê LGBTQIA+ ye.

Di çarçoveya festîvalê de dê gelek filmên dirêj, belgefîlm, kurtefîlm, kurtefîlmên zarokan ji bo xelatê hevrikiyê bikin.